H’emû nûçeSereke

Donald Tramp nameya spasîyê Nîkol Paşînyan re şandîye

Serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp name ji serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re şandîye.

“Birêz Serokwezîr,

Ez ji bo nameya We ya hevbeş ya ku Hûn min ji bo xelata aşîtîyê ya Nobêlê berbijêr dikin spasîya We û serok Alîyêv dikim. Ez vê yekê pir teqdîr dikim, ku me îlham dide ku em mîsyona xwe ya girîng bidomînin.

Wek serokê Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî, ez ji bo bidawîanîna pevçûyînan li çaralîyê cîhanê û mîsogerkirina aşîtî û serfirazîyê ji bo hemû mirovan pabend dibim. Bi hevkarîya We ya berdewam, em ê ya ne gengaz bi dest bixin.

Nameyê de tê gotin: “Careke din ji bo piştgirîya We ya berdewam spas dikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button