H’emû nûçeSereke

Fêstîvala şanoya kurdî ya Seqizê dest pê dike

Bi beşdarîya şanogerên her çar parçeyên Kurdistanê, fêstîvala 20 emîn ya şanoya kurdî ya Seqizê dest pê dike.

Fêstîvala şanoya kurdî ya li Seqiza Rojhilatê Kurdistanê 10 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a dest pê dike û heta 14 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a berdewam dike.

Şanogerên Rojhilatê, Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe nîşan didin û di dawîyê de xelatên şanoya herî baş, lîstikvanên jin û mêr yên herî baş, derhênerê herî baş û gelek xelatên din li şanogerên serkeftî bên belavkirin.

Sêkrêtarê cîbicîkar yê  fêstîvala 20 emîn ya şanoya kurdî ya Seqizê Hemîdrêza Xoşbext ragîhandîye, 39 berhem ji bo beşa pêşandan û pêşbazîya fêstîvalê hatine şandin.

Lijneya jyûrîyê 6 berhemên der û 7 berhemên navxwe ji bo pêşandan û beşdarîya di beşa pêşbazîyê de hilbijartine.

“39 berhem hatin şandin, 13 ji wan hatine hilbijartin”

Sê berhemên şanogerên Dihokê û Helebceyê, du berhemên ji Rojavayê Kurdistanê û berhemeke ji bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê di fêstîvalê de tên.

Her wiha heft berhemên ji bajarên Sinê, Bîcarê, Kirmaşanê, Ûrmîyê, Dîwandêrê û berhemeke hevpar ya Seqiz û Mehabadê jî di fêstîvalê de tên nîşandan.

Merasîma perdejişerrakirina postêr û portala fêstîvalê şeva duşemê li Seqizê hatîye lidarxistin.

“Ev festîval derfeta hevdilîyê ye”

Sêkrêtarê fêstîvala şanoya kurdî ya Seqizê Qutbedîn Sadiqî di merasîma destpêkirina fêstîvalê de ragîhandîye:

“Ev fêstîval ne qada pêşbazîyê ye, belkî derfetek e ji bo hevdilî û nêzîkbûna hunermendan û bi taybetî şanogerên hemû Kurdistanê û parvekirina bîr û ramanên wan”.

Li gorî bernameya fêstîvalê, rojane çar şano tên nîşandan û di çarçoveya fêstîvalê de pêşbazîya xweşnivîsî û şanonivîsîyê û her wiha pêşangeha wêne û nîgarkêşîyê jî tên lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button