
Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ragîhandîye ku şervanên wan li gundên rojhilatê Dêrezorê êrîşeke DAIŞ ê têk birîye.
Navenda ragîhandinê ya HSD ê derbarê êrîşê de daxuyanîyek belav kirîye.
Di daxuyaniyê de hatîye diyarkirin ku şaneyeke DAIŞ ê li gundê Meraşîdeyê yê bajarokê Sûseyê yê li rojhilatê Dêrezorê êrîşî xaleke leşkerî ya HSD ê kirîye.
“Çekdarek hatîye kuştin”
HSD ê daye zanîn ku di navbera êrîşkar û şervanan de şer derketîye û gotîye:
“Di encama şer de çekdarekî DAIŞ ê hatîye kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.
Her wiha motorsîklêtek û kalaşnîkova çekdaran jî hatîye desteserkirin”.
Di berdewamîya daxuyanîyê jî de wiha hatîye gotin:
“Em ê bi hêz û bêyî dudilî li hemberî hewldanên wan bisekinin.
Opêrasîyonên paqijkirinê û serdegirtina şaneyên veşartî wê berdewam bikin da ku em rê li ber êrişên wan bigirin”.







