H’emû nûçeSereke
Rûsya û hevkarên wê di nav de li Ermenîstanê jî, kampanyayên dêzînformasyonê zêde dikin: Kaya Kalas

Nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê û cîgira serokê komîsyona Avropayê Kaya Kalasê, di axaftina xwe ya li civîna awarte ya komîtêya kar û barên der ya parlamênta Avropayê de gotîye ku Rûsya kampanya xwe ya dêzînformasyonê li Ermenîstanê berfireh dike.
Kalasê gotîye: “Di heman demê de, em dibînin ku her ku welat nêzîkî Yekîtîya Avropayê dibe, zexta ji bandora derveyî ya xirab zêde dibe. Rûsya û cîgirên wê, berîya hilbijartinên sala bê, kampanyayên dêzînformasyonê, di nav de li Ermenîstanê jî, zêde dikin. Îsal, Moldova hedefa sereke bûye, lê ew di heman demê de bû delîla here baş ku ev gef dikare bê derbazkirin”.







