Rojava mîna me bona vekirina van rîya hîvîyêye: Gêvorg Papoyan

Rojava bona vekirina van rîya hîvîyêye, piştî îzbatbûna aşîtîyê Ermenîstan bona dinîyayê bûye hewaskar. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan gotîye rojnamevana.
Bi gotina wezîr, rojeva hevdîtinên dêlêgasîya bi serokatîya serokwezîr,ya tevî serokên Almanîyayê û kanslêrê Almanyayê, hîmlî derheqa êkonomîkayêda bûye.
“Dema ku em li Bêrlînê rastî serokê komîsîya Almanyayêye bîznêsê dihatin, usa jî li Hambûrgê, em rastî koma bîznêsmêna dihatin, bona hemûya hewaskar bû ku sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê wê kengê bê vekirinê, sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê jî wê kengê bê vekirinê, çimkî li Avropayê gelek program hene, yên ku Asîya Navîn û Çînistanêva girêdayîne.
Fikirdarîya wan progorama ewe, wekî ew hemû eşîya gerekê bên û sivdera navînva derbazbin.Rêyek ewe, heger Adirbêcan-Gurcistan û behra Reş, ew wê yekê dibînin ku nava Tirkîyayêra derbazî Avropayêbin.
Ev hemû tiştên ku “Xaçerêya aşîtîyê” vekirina rêyava girêdayîye,ez gerekê bêjim,wekî rojava mînanî me hîvîa vekirina van rêyaye”,-wezîr gotîye.







