H’emû nûçeSereke

Li Polonyayê konfêransa navendên Ermenîstanê dest pê kirîye

Bi piştgirîya wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê û bi bi destpêşxerîya balyozxaneya Komara Ermenîstanêye li Polonyayê, konfêransa navendên lêkolînên ermenîye duyemîn yên ku li zanîngehên bîyanî dixebitin li zanîngeha Poznanêye ser navê Adam Mîskêvîç dest pê kirîye. Bi ragîhandina  “Armenpress” ê  derheqa wê yekêda ji wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û sportê ragîhandine.

Beşdarî vekirinê bûne cîgirê wezîr Artûr Martîrosyan, balyozê Komara Ermenîstanêyî li Polonyayê Alêksandr Arzûmanyan, cîgirê rêktorê zanîngeha Poznanê Pşêmîsûav Voytaşêk, rêvebirê navenda ser navê Mxîtar Goş ya lêkolînên ermenî Adam Pomêçînskî û yên din.

Cîgirê wezîrê perwerdê, zanistê û çandê Artûr Martîrosyan, beşdar  silav kirîye û destpêkirina konfêransê pîroz kirîye û destnîşan kirîye ku zanist, çand û perwerde stûnên ku pêşeroja gelê ermenî li ser wan ava dibe, bûne û dimînin. Di vî warî de, li gorî cîgirê wezîrê perwerdê, navendên lêkolînên ermenî yên ku li welatên bîyanî dixebitin xwedî girîngîyeke sereke ne,  armanca wan ya sereke ew e ku pêşveçûna domdar ya lêkolînên ermenî di hemî alîyan de, bi destkeftî û dijwarîyên zanista cîhanê re hevaheng bin, mîsoger bikin.

Beşdarên konfêransê, balyozê Komara Ermenîstanêyî li Polonyayê Alkêsandr Arzûmanyan silav kirîye. Ewî bal kişandîye ser çalakîyên navenda ser navê Mxîtar Goş ji bo lêkolînên ermenî, ku meha borî vebûye û bawer kirîye ku ew ê bibe yek ji navendên girîng yên zanîngeha Pozanêye ser navê Adam Mîskêvîç wê wek girêdanek sereke di hevkarîya perwerdê, zanistê û çandê ya di navbera Ermenîstane û Polonyayê de xizmet bike.

Konfêransê de wê panêl û axaftin bên lidarxistin, di nav de li ser rêwerzên stratêjîk ji bo pêşxistina lêkolînên ermenî, hevkarîyên di warê lêkolînî de, avakirina toreke akadêmîk û mijarên din.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button