H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji bo Yekîtîya  Avropayê girîng e

Derfetên berfireh hene ji bo berfirehkirina hevkarîyê bi Ermenîstanê re, ku armanca wê xurtkirina aramî û zindîtyîa welêt e. Li gorî “Armenpress” ê , deheqa wê yekêda wezîra Rûmînayêye karên  der Oana-Sîlvîa Soyûnê mîkrobloga xwe ya X de  nivîsîye.

Li gorî wê, li konsêya wezîrên  karên  der yên Yekîtîya Avropayêde, ewê bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan û her wiha wezîrên  karên der yên Yekîtîya  Avropayêyê re danûstandineke berfireh ya ramanan kirîye.

Soyûnê nivîsîye:”Tê tekez kirin ku Ermenîstan ji bo Yekîtîya  Avropayê girîng e. Derfetên berfireh hene ji bo berfirehkirina hevkarîyê da ku aramî û zindîtîya Ermenîstanê xurt bibe. Me piştgirîya xwe ji bo hemî hewildanên ku armanc dikin ku li Kafkasya Başûr aşîtî û serfirazîyê ava bikin, anîye ziman”.

Ewê zêde kirîye ku di asta dualî de, Rûmînya wê ji bo pêşxistina têkilîyên xwe bi Ermenistanê re berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button