H’emû nûçeSereke

Gîhandina genim bi rêya Adirbêcanê bo Ermenîstanê berdewam dibe: Papoyan

Gîhandina genim bi rêya hesinî ji bo Ermenîstanê bi rêya Adirbêcanê berdewam dibe.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan di axaftina xweye li parlamêntê bi rojnamevanan re gotîye.

Dema ku ji Gêvorg Papoyan hatîye pirsîn ka gelo dabînkirina genim ji Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê berdewam dibe, ewî wiha bersiv daye:

“Ew berdewam dibin, niha barên nû di rê de ne”.

Papoyan hûrgiliyên li ser genim ji kîjan welatan tê hawirdekirin nedan.

Papoyan destnîşan kirîye ku “Dema ku genim bigihîje, ez ê tonan biweşînim. Ez niha nikarim ji vê bêtir bêjim”.

6 ê mijdara sala 2025 a, bareke genimê Rûsyayê bi rêya axa Adirbêcanê gihîşt Ermenîstanê. Nêzîkî 1000 tonn genim bi rêya hesin ji Rûsyayê bo Ermenîstanê di nav axa Adirbêcanê de hatîye veguhastin.8 ê mijdarê, bareke genimê Qazaxistanê, dîsa 1000 tonn, bi rêya axa Adirbêcanê gihîşt Ermenîstanê.

Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragîhandibû ku Adirbêcanê hemû qedexeyên li ser derbazbûna kelûpelan ji axa xwe bo Ermenîstanê rakirîye. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan biryara Adirbêcanê pêşwazî kirîye û ragîhandîye ku Ermenîstanê jî hemû qedexeyên li ser veguhastina kelûpelan ji axa xwe bo Adirbêcanê rakirîye.

6 ê mijdarê, wezîreta veguhestinê ya Rûsyayê ragîhandîye ku ew ê heta dawîya çileya sala 2026 a bi rêya hesin ya ku ji Adirbêcanê derbaz dibe, 132 vagonên din yên genim ji Ermenîstanê re hinarde bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button