H’emû nûçeSereke
Sala 2025 a nava dîrokêda dikare bibe sala here germ

Ajansa Reuters ê 9 ê kanûnê ragîhandîye ku sêrvîsa guherîna avhewayê ya Copernicus ê ya Yekîtîya Avropayê, ku bi îhtîmaleke mezin hatîye tomarkirin, îsal wê sala duyemîn yan sêyemîn here germ be. Zanyar bawer dikin ku tenê salek ku dikare ji asta germahîya sala 2025 a derbaz bibe, dibe ku sada 2024 a neasayî germ be.
Li gorî byûlêtêna mehane ya C3S, Agroexport ê ragîhandîye ku ev sal dibe ku dawîya serdema sê-salî ya yekem be ku tê de germahîya navînî ya gerdûnî li gorî serdema berî pîşesazîyê ya salên 1850-1900 î ji 1.5 dereceyî derbaz bûye.







