H’emû nûçeSereke
Koma pêtrolêye yekem îro ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê tê şandin

Îro, 18 ê kanûna pêşin, koma yekem ya berhemên pêtrolê wê ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê bê şandin. Li gorî rapora APA ê, rêkeftina ku 28 ê mijdarê li Gabalayê di navbera cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mûstafayêv û cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan de hatîye kirin, 22 vagonên bênzîna AI-95 ya ku ji hêla SOCAR ê ve tê hilberandin wê îro bê şandin.
Hinardekirina pêtrolên Adirbêcanê bo Ermenîstanê bi tenê ji bo bazirganîyê ye û bênzîn wê bi bihayekî ku li gorî bazara navneteweyî be bê firotan.







