Ermenîstan ji bo NATO ê hevkareke hêja ye: cîgira sêkrêtarê giştî

NATO beşdarîya hukumeta Ermenîstanêye girîng ji bo aşîtî û aramîya herêmê qîmet dike.
Li gorî ragîhandina”Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgira sêkrêtarê giştî yê NATO ê Radmîla Şêkêrînskayayê wextê rasthatina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karê der Ararat Mîrzoyan, daye kifşê.
Ewê spasîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der ji bo pêşwazîya germ kirîye, girîngîya serdana wê ya li Yêrêvanê tekez kirîye.
Cîgira sêkrêtarê giştî yê NATO ê gotîye: “Em Ermenîstanê wek hevkareke hêja ji bo NATO ê dibînin. Em bi Ermenîstanê re di projeyeke hevkarîyê ya li gorî daxwazê hatine kirin, ku wê bihêle ku em di rêformên parastin û ewlehîyê yên Ermenîstanê de, di nav de di wan mijarên ku Yêrevênê ji bo wê kêrhatî dibîne, piştgirîyê bidin”.
Radmîla Şêkêrînskayayê axaftina xwe de destnîşan kirîye ku NATO piştgirî û heyîna Ermenîstanê di mîsyonên cûre-cûre yên hevpeymanîyê de qîmet dike.Ewê tekez kirîye ku hevpeymanîya Atlantîka Bakûr li bendê ye ku vê hevkarîyê bi Ermenistanê re berdewam bike.
“Bi rastî ez dixwazim vê derfetê bikar bînim da ku bêjim ku em jî beşdarîya mezin ya hukumeta Ermenîstanê ya ji bo aşîtî û aramîya herêmê qîmet dikin. Ew nûçeyeke ewqas baş bûye ku me hemûyan di van hemû salan de pêwîstîya wê hebû”.
Cîgira sêkrêtarê giştî yê NATO ê peymana aşîtîyê ya ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye îmzekirin, wek pêşketineke cidî bi nav kirîye û tekez kirîye ku ew dikare wek xala destpêkê ya pêvajoyeke girîng bê hesibandin.
Radmîla Şêkêrînskayayê axaftina xwe de tekez kirîye: “Di vî warî de, em gavên hukumeta Ermenîstanê pir qîmet dikin, ku bi rastî jî ji bo pêşeroja him Ermenîstanê û him jî herêmê ne”.
Cîgira sêkrêtarê giştî yê NATO ê Radmîla Şêkêrînskaya 18 ê kanûna pêşin serdana Ermenîstanê kirîye.Ew îdî rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan û wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan hatîye.







