SerekeSîyasî

Îstixbarata amêrîkî: Pûtîn piştî dagirkirina Ûkraînayê wê nesene

Li gorî şeş çavkanîyên ku bi îstîxbarata amêrîkî re agahdar in, raporên wan berdewam hişyarîyê didin ku Putîn dixwaze tevahîya Ûkraînayê zeftke û beşên Avropayê yên ku yên Yekîtîya Sovyetê bûne vegerîne.

Reuters, bi îşaretkirina çavkaniyên jorîn, ragîhandîye ku rapor wêneyekê nîşan dide ku bi tevahî ji ya ku Tramp û danûstandkarên wî yên aşîtîyê yên Ûkraînayê raber kirine cuda ye, yên ku israr dikin ku Putîn dixwaze pevçûnê bi dawî bike.

Li gorî yek ji çavkanîyên ajansê, rapora dawî ya îstîxbarata amêrîkî vedigere dawiya îlonê. Ev îstîxbarat her wiha îdîayên Putîn yên ku dibêje ew ji bo Avropayê tu gefê naxwe, red dike.

Çavkanîyan dane kifşê ku encamên amêrîkî bi piranî li gorî nêrîna rêberên avropî û ajansên îstîxbaratê ne ku Putîn dixwaze tevahîya Ûkraînayê û axên welatên berê yên Yekîtîya Sovyêtê, tevî endamên NATO ê, bigire destê xwe.Dêmokratê di komîtêya îstîxbaratê ya meclîsa nûneran de Mayk Kvînglî, ji Reuters re gotîye: “Îstîxbarat her gav nîşan daye ku Putîn bêtir dixwaze”. “Avropî ji vê yekê piştrast in. Polonî bi tevahî ji vê yekê piştrast in. Welatên Baltîyê difikirin ku ew di rêza yekem de ne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button