SerekeSîyasî

Rêvebera îstixbarata neteweyî ya Amerîkayê rapora Reuters ê ya li ser planên Rûsyayê red  kirîye

Rêvebera îstixbarata neteweyî ya Amerîkayê Tulsî Gabard rapora Reuters ê red kirîye ku ajansên îstixbarata Amerîkayê bawer dikin ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin hewil dide ku tevahiya Ukraînayê kontrol bike û amadekarîyên dagirkirina Lîtvayê, Latvîyayê û Estonîyayê dike.

Gabardê li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye: “Na, ev derew û propaganda ye. Reuters bi zanebûn van daxuyanîyan ji bo berjewendîyên şerxwazan belav dike, yên ku dixwazin hewldanên bênavber yên serok Tramp ji bo bidawîkirina vî şerê xwînî ku ji her du aliyan ve  milyonekê zêdetir kes kuştine, têk bibin”.

Rêvebera îstîxbarata neteweyî ya Amêrîkayê her wiha destnîşan kirîye ku, li gorî nirxandina avahîya ku ew serokatîya wê dike, “Rûsya hewl dide ku ji şerekî mezintir bi NATO ê re dûr bisekine”. Li gorî wê, pisporên ku opêrasyonên leşkerî li Ûkraînayê lêkolîn dikin bawer dikin ku artêşa Rûsyayê niha “ne xwedîyê şiyana girtin û dagirkirina tevahîya Ûkraînayê ye, bila Avropa jî nebe”.

Li gorî Gabardê, endamê komîtêya îstîxbaratê ya meclisa nûneran ya Amerîkayê, kongresmenê Dêmokrat Mayq Quîglî jî li ser vê yekê hatîye agahdarkirin û ewî şîroveyek ji Reuters re kiriye.

“Îstîxbaratê her tim nîşan daye ku Putîn bêtir dixwaze.Avropî ji vê yekê piştrast in. Polonî bê guman. Welatên baltîyê difikirin ku ew di rêza yekem de nin”,- ewî destnîşan kirîye.

Rapora ajansê ya 19 ê kanûnê li ser şeş çavkanîyan hatîye avakirin. Yek ji wana gotîye ku rapora dawî ya îstîxbarata amêrîkî li ser planên Putîn  meha îlonê de hatîye  raber kirin. Çavkanîyên Reuters ê îdîa kirin ku serokê Rûsîyayê dixwaze tevahîya Ûkraînayê bigire. Ev îdia, wek ku di gotarê de hatîye destnîşankirin, bi daxuyanîyên Donald Tramp û nûnerên wî yên di dema danûstandinên bi Rûsîyayê û Ûkraînayê re  nakok in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button