Nîqaşeke şaristanî li Moskvayê: Paşînyan û Pûtîn sînorên têkilîyan destnîşan kirine

Serdana du rojî ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Sanêt Pêtêrbûrgê pir bûyerbar bûye.Piştî platforma Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî civînên li ser platforma Welatên Hevalbendîya Serbestê hatine lidarxistin û dû re di hevdîtina taybet ya Paşînyan-Pûtîn hemû rojeva têkilîyên dualî hatine nîqaşkirin. Bûyerên du rojên borî serokê Rûsyayê razî kirîye.Axaftina bi Paşînyan re, ewî destnîşan kirîye ku her tişt pir baş çûye.Serokwezîrê Ermenîstanê, di dema kurteberdana serdana du rojî de, destnîşan kirîye ku biryarên pir girîng hatine girtin. Her wiha li Ermenîstanê, bi taybetî di warê muxalefetê de, ji vê serdanê hin bendewarî jî hebûn.
Him serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û him jî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji ajandaya xebatê ya du rojan li Sankt Pêtêrbûrgê razî ne. Bi kêmanî, ev nêrîn ji pêşgotina wan ya berî civîna taybet çêdibe.Derdikeve holê ku rêberên her du welatan ajandeyeke pir mezin hebû ku li ser nîqaş bikin. Agahîyên fermî tune ne ka axaftina wan çiqas dom kirîye.
Ji pêşgotina Pûtîn eşkere bûye ku ew ji pêşnîyara nû ya Ermenîstanê haydar bûye, ku serokwezîrê Ermenîstanê di brifînga xwe ya dawî de behs kiribû. Ew mijarên lojîstîkî, bi taybetî, sererastkirina rêyên trênê yên kevin û çêkirina rêyên nû yên ku wê sînorên Ermenîstanê vekin, vedihewîne. Ev mijar nêzîkî dilê Pûtîn bûye. Ew bawer dike ku her tişt di navbera her du dewletan de pêş dikeve.
Li gorî serokwezîrê Ermenîstanê, rojeva ji bo sererastkirina hin beşên din yên rîya hesin li Ermenîstanê gihîştîye.
“Bi taybetî, mebesta min beşên Îcêvan, Yêrasx û Axûrîkê ye. Ev rîya hesin in ku Ermenîstanê bi Adirbêcanê, beşa sereke ya Adirbêcanê bi Naxêçevanê û Tirkîyayê ve girêdidin, ji ber ku pêvajoyeke sîyasî ya çalak di rê de ye. Ez nikarim bêjim ku niha biryarên sîyasî li ser vekirina van rîya hesinan hene”.
Lê ez difikirim ku rewş gihîştîye wê astê ku pêwîst e xebatên amadekarîyê bên kirin”.
Di pêşgotina civîna taybet de, serokwezîrê Ermenîstanê pirsgirêkên lojîstîkî bi awayekî zelal ji hev cuda kirîye, wan danîye ser asteke bi tevahî cuda û danûstandinên dualî yên bi Dewletên Yekbûyî re wek pêvajoyek cuda destnîşan kirîye.
“Em niha bi Dewletên Yekbûyî re li ser pêkanîn û avakirina projeya TRIPP ê di danûstandinên dualî yên pir avaker de nin. Ev guhertin bi rastî jî ji bo herêma me girîng û watedar in. Li vir gelek nûans jî hene ku bi têkilîyên me yên dualî yên bi Rûsyayê re ve girêdayî ne”.
Ev pirs bi îhtimaleke mezin bi beşa rîya hesin ya ku wê ji hêla konsorsyûma ermenî-amerîkî ve di nav axa Mêxrîyê re bê çêkirin, nûansên rêveberîya îmtîyazê ya hevaltîya rûsî “Rîya Başûrê Kafkasîyayêye hesin” û xwesteka alîyê rûsî ya tevlîbûna projeya “Rêya Tramp” ve girêdayî ne, ku di bersiva wê de Ermenîstanê berê jî dîyar kiribû ku her guhertinek di formata peymana ermenî-amêrîkî de biryareke lihevkirî tê wateya.
“Gelek girîng û pêşketinên erênî li herêma me diqewimin. Û ez dixwazim ji bo piştgirîya We ya ji bo pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de spasîya We bikim. Û, wek ku me di axaftina xwe ya têlefonê de piştî 8 ê tebaxê got, aşîtîya ku hatîye bidestxistin wê derfetên nû ji bo pêşveçûna bêtir ya têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de veke. Û ev berê jî qewimî, ji ber ku trênên ji Rûsyayê berê xwe didin Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê, ku ez difikirim ku bûyereke bi rastî dîrokî ye. Û, wek ku we berê jî behs kir, derfetên nû vedibin”.
“Gotûbêj nayê wê wateyê ku hîn tevlî tiştekî bibin. Paşînyan bi Pûtîn re nîqaşeke bi nezaket kirîye da ku Rûsyayê bi tundî red neke û têkilîyan xirab neke”.Ev ew bandor e ku, serokê rêxistina nehukumî ya “Welatîyê Azad” Hovsêp Xûrşûdyan ji dîyaloga di navbera Paşînyan û Pûtîn de wergirtîye.
Endama fraksîyona “Peymana sîvîl” Lîlît Stêpanyan bi lez û bez bandorên xwe yên dawî radigîhîne.
“Agahîyên zêde li cem min tunene, lê bê guman ez difikirim ku her kes wê bixwaze bi hûrgilî fêm bike ka di axaftina taybet ya di navbera van her du rêberan de bi giştî çi girîngî hebûn. Ez difikirim ku serokwezîr wê heta dawîya salê bi rojnamevanan re civîna çapemenîyê li dar bixe û wê vana bi hûrgilî nîqaş bike. Dema ku hin derdorên muxalefetê li vir diqîrîyan ku serokwezîr çûye Rûsyayê, naha divê ew bersiva pirsên nerehet yên Vladîmîr Pûtîn bide, her weha bi hin belgeyên ku vê dawîyê derketine holê ve girêdayî ne, me dît ku tu axaftinek taybet ya ewqas taybet tune bû”.
Di vê rewşê de, em behsa belgeyeke KGB ya Sovyêtê dikin ku ji alîyê dezgeheke medyayê ya partîyê ve hatîye eşkerekirin, bi taybetî bi gumanbarîya ku keşîş “ajan” in. Bi awayê, ev guman bi giranî serokê dêra ermenîyan ya Rûsyayê eleqedar dikirin.
Muxalefeta ermenîyan venaşêre ku wan ji civîna Sankt Pêtêrbûrgê hêvîyên taybetî hebûn.
Serdana xweye li Sankt Pêtêrbûrgê, serokwezîrê Ermenîstanê neçûye dêrê, lê bi nûnerên civaka ermenî re civîyaye. Tomareke vîdyoyî ya 30 deqeyî ya civînê heye, lê naveroka wê tune ye. Her wiha li ser întêrnêtê nivîs hene ku hin nûnerên civakê di dema serdana serokwezîrê Ermenîstanê de xwepêşandanek li dar xistine. Li ser vê mijarê tu agahdarîya zêde tune. Lê belê, çend roj berê, serokwezîrê Ermenîstanê di civînekê de bi welatîyan re helwesta xwe ya li ser vê mijarê wiha dîyar kirîye:
Ev demek dirêj e ku li dêrên ermenî yên asayî de li ser mijarên ruhanî xutbe tune ne. Hûn dizanin ku di rêza ayînê de, keşîşê ku ayînê dike divê di beşek dîyarkirî ya ayînê de xutbeyekê bide”.
Ew nivîsên sîyasî dinivîsin, dişînin, dixwînin.Wana ew veguherandine partîyeke sîyasî. Ez naxwazim ji nişkê ve wê encamê biefirînim ku em mantîqa têokrasîyê pêş dixin. Wek serokwezîr, ez ê tedbîrên ku dibêjin, “Erê, divê bawerîya we bi Xwedê hebe û divê bawerîya we bi vî rengî be û bi vê rêbazê, bi vê nivîsê, bi vê mêtodolojîyê”.Azadîya olî tê wateya bawerîya bi tiştê ku hûn dixwazin bawer bikin û ne bawerîya bi tiştê ku yên din bawer dikin.
Ji bilî mijarên şerê herêmî û hîbrîd, beşek girîng ji serdana kar ya serokwezîrê Ermenîstanê ji bo nîqaşkirina mijarên aborî jî hatîye veqetandin. Li vir, nakokîya di gotinên rayedarên rûs de berê derketîye holê.Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk behsa danûstandina bazirganîyê ya di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de di hefteyên dawî de kiribû, hejmaran wek kêmbûneke tûj raber kiribû, ku ewî ew wekî xemgîn dihesiband û lê zêde kiribû ku di demekê de Ermenîstan wê neçar bimîne ku di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê de hilbijartinekê bike. Di şûna wê de, gotinên serokê Rûsyayê bandoreke cuda diefirînin, bi atmosfereke cuda ya hevkarîyê.
“Ev jî nîşaneyek baş e, û ew sedemekê dide me ku em bawer bikin ku di demek nêzîk de em ê wê zêde bikin. Planên me yên baş jî hene, me berê li ser ênêrjîyê, tevî ênêrjîya atomî, nîqaş kirîye. Em ê niha nekevin nav hûrgilîyan, lê derfetek heye ku em nîqaş bikin û biaxivin”.
Ji axaftina taybet ya Paşînyan-Pûtîn eşkere bûye ku, li gorî texmînan, danûstandina bazirganîyê ya di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de aram bûye.Heger sala 2024 a de ji 11 mîlyard dolarî derbaz bûbe, wê demê di neh mehên pêşin yên vê salê de gihîştîye 4,5 mîlyard dolarî. Li gorî serokê Rûsyayê, ev hejmar wê heta dawîya salê zêde bibin û ev statîstîk jî wek baş tê nirxandin.







