Projeya “Rêya Tramp” di çi qonaxê de ye?: serokwezîrê Ermenîstanê hûrgilî kirîye

Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî di pêvajoya pêşxistina belgeyekê de ne ku çarçoveya stratêjîk ya projeya “Rêya Tramp” dîyar dike. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di dema brifînga rojnamevanan de piştî civîna hukumeta Ermenîstanê ragîhandîye.
Serokwezîrê Ermenîstanê gotîye “Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî belgeyekê amade dikin ku çarçoveya stratêjîk ya projeya “ Rêya Tramp” dîyar dike, ku divê her du alî jî di hin formatan de qebûl bikin, piştî wê gava din wê dest pê bike. Pêşbînîya min eynî dimîne ku em ê di nîvê duyemîn yê sala 2026 a de dest bi dîtina xebata li ser projeya “Rêya Tramp”
Serokwezîr texmîn dike ku yekem karê di çarçoveya projeya “Rêya Tramp” de wê çêkirina rîya hesin be.
“Ez texmîn dikim ku rîya hesin wê projeya yekem be, her çend ez red nakim ku gengazbûna aborî û balkêşîya veberhênanê hinekî zelal bibe û derkeve holê ku projeya borîyên gazê yan pêtrolê divê zûtir bê bicîh kirin. Lê ez tu îşaretan nakim, lê mebesta min ew e ku pêvajo dînamîk e û dibe ku ji ber hin mercan hewcedarîya borîyên pêtrolê yan gazê bêtir girîng be”.
Serokwezîrê Ermenîstanê gotîye: “Lê di vê gavê de, li gorî têgihîştina me, rîya hesin sereke ye.Taybetmendîya rîya hesin ew e ku rêya wê zelal e, ji ber ku berê li wê beşê rîya hesin hebû”.
Paşînyan her wiha dîyar kirîye ku hukumeta Ermenîstanê li ser bidestxistina binesazîya sînor û gumrikê ya nûjen û alavên herî pêşketî jî dixebite, ku ne tenê li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê, lê di heman demê de li ser sînorên Ermenîstan-Gurcistanê, Ermenîstan-Îranê û Ermenîstan-Tirkyayê jî wê bên sazkirin.







