Zanîngeha polîtêxnîk nav 1000 zanîngehên herî baş yên cîhanê de ye

Fonda zanîngeha Ermenîstanêye polîtêxnîkê sala 2025 a serkeftineke girîng tomar kirîye di asta neteweyî de wek yekem hatîye nas kirin û di platforma navneteweyî de di navnîşa 1000 zanîngehên herî baş yên cîhanê de cîh girtîye.
Zanîngeh di cîhanê de di rêza 703 emîn û Avropayê de di rêza 175 emîn de cîh girtîye.Zanîngeha polîtêxnîkê ji bo sala sêyemîn li pey hev di rêzkirina zanîngehên cîhanê ya UI GreenMetric de cîh girtîye. Zanîngehê li gorî sala borî, di nav 1745 zanîngehên ji 105 welatan de, tabîya xwe bi 200 qalan baştir kirîye.
Hejmara giştî ya zanîngehên rêzkirî li gorî sala borî bi 277 zêde bûye, ku ev yek encama tomarbûyî hîn girîngtir dike.
Di nav zanîngehên Ermenîstanê yên di rêzbendê de, zanîngeha polîtêxnîk di rêza yekem de ye. Li ser asta neteweyî, bi giranîya rêzbendkirinê ya cuda, zanîngeh di hemî 6 katêgorîyên rêzbendkirinê de pêşengê mutleq e:
. Binesazî û şert û merc,
. Av,
. Ênêrjî û guherîna avhewayê,
. Bermayan,
. Veguhastin,
. Perwerde û lêkolîn.
Ev nîşan didin ku pêşveçûna berdewam hîn jî yek ji pêşînîyên stratêjîk yên zanîngehê ye.
Zanîngeh bi berdewamî bernameyên ku armanc dikin berfirehkirina karanîna çavkanîyên ênêrjîya kesk û nûjenkirî, pêşxistina pêvajoyên vegerandina bermayan, birêvebirina bi bandor ya çavkanîyên av û ênêrjîyê û kûrkirina bernameyên lêkolînê yên ji bo guherîna avhewayê hatine veqetandin, pêk tîne.







