Pêşbînîyên navneteweyî ji bo mezinbûna aboriya Ermenîstanê di navbera 5 selefî de ne

Îsal, li gorî amarên fermî, nîşaneyên aborî mezin bûne. Ev yek bi giranî ji hêla sêktorên têknolojîya agahdarîyê û darayî û her weha înşaetê ve pêk hatiye. Ji sala 2018 n vir ve, li gorî serokwezîrê Ermenîstanê, hilberîna navxweyî ya giştî ya welêt bi qasî 50 selefî mezin bûye. Nezelalîyên ku ji ber pevçûna Rûsyayê-Ûkraînayê çêbûne hîn jî faktoreke girîng di warê aborî de dimînin. Li gorî nirxandinên pisporan, li gorî çareserkirina wê, rewş dikare biguhere.
Pispor sala aborî ya 2025 a dikin du beşa: heta 8 ê tebaxê, dema ku belgeya Waşîngtonê li Dewletên Yekbûyî hate îmzekirin û piştî wê.
“Divê em ji bîr nekin ku hukumetê gelek bernameyên stratêjîk li ser aborîya kesk, domdar û dorhêl jî dest pê kirine. Jixwe diyar e ku di sala 2026 a de pêşnûmeyek li ser rêgezên stratêjîk yên sîyaseta aborî dê bê pejirandin. Ev hemû encama gavên hevrêzkirî, pêvajoyên hevdem in, û her pêvajoyeke wusa bandora xwe ya erênî di warê mîsogerkirina asteke makroêkonomîk ya stabîl, pêşîgirtina li panîka nifûsê, pêşxistina stratêjiyeke demdirêj û bê guman, di vê çarçoveyê de, berçavgirtina dram wek dirav heye”.
Îndêksa çalakîya aborî ya Ermenîstanê di çile-mijdarê de 8.3 selef bûye. Li gorî texmînên heyî, mezinbûna aborî dê heta dawiya salê bi kêmî ve bigihîje 6 selefî. Serokkomarê Ermenîstanê tekez dike ku ev destkeftîyek e ku her kesî bi hev re, ji hukumetê bigire heya sêktora taybet, bi dest xistiye.
“Ev mezinbûna aborî ya di salên dawî de ji ber şoreşa qedîfe ya sala 2018 a n e. Ji hêla aborî ve pir tevlihev e, lê rastiya ku têkoşîna li dijî gendeliyê encam daye rastiyek e”.
Li gorî serokwezîrê Ermenîstanê, ji sala 2018 a vir ve, hilberîna navxweyî ya giştî ya welêt bi qasî 50 selefî mezin bûye. Em behsa mezinbûna aborî ya rastîn dikin Nikol Paşinyan tekez dike.
“Nîşaneyên mezinbûna îsal jî pir girîng in. Bi rastî, em piştrast in ku em beşa dahatê ya byûcêya dewletê ya sala 2025 a bi awayekî pêbawer pêk tînin. Ev jî encameke girîng e”.
Dema ku em li îndeksa çalakîya aborî dinêrin, em tewra lezbûneke diyarkirî jî dibînin. Di pîşesazîya çêkirinê de, bi taybetî di îlon û cotmehê de, mezinbûneke mezin heye. Di cotmehê de, di vê sektorê de jixwe nêzîkî 20 selef mezinbûn hebû. Girîng e ku sêktorên hilberîna mêtalên bingehîn beşdarî vê mezinbûnê dibin. Bi rastî, ev yek bi rewşa me ya aborî re hindik e”.
Nezelalîyên ku ji ber pevçûna Rûsyayê-Ûkraînayê çêdibin di warê aborî de faktorek girîng dimînin. Vazgên Poxosyan dibêje, li gorî çareseriya wê, rewş dikare biguhere.







