Em plan dikin ku heta sala 2030 yî ji geştîyarîyê nêzîkî 3.8 mîlyard dolar dahat werbigirin:Papoyan li ser plana stratêjîk

Armanca pêşxistina binesazîya geştîyarîyê li Ermenîstanê bilindkirina asta geştîyarîyê ye.Ev yek wê bihêle ku piştî 5 sala em bêtir geştîyar û bazareke berfirehtir û cîhêrengtir hebe, ji bo vê yekê pêdîvî ye ku Ermenîstan xwe wek xaçerêyeke geştîyarîyê-wek cîhekî geştîyarîyê ya balkêş, bi kalîte, ewle, aram, reqabetkar û rehet-bi cîh bike.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan li civîna hukumetêye 8 ê kanûna paşinda de, dema ku pêşnûmeya biryara li ser pejirandina bernameya stratêjîk ya pêşxistina geştîyarîyê ya salên 2026-2030 yî kirîye, gotîye.
Sê warên sereke yên pêşveçûnê yên ku ji hêla plana stratêjîk ve têne pêşbînîkirin çand, şerab û brênda ermenî û her weha serpêhatî, di nav de tûrîzma zivistanê ye. Her wiha armanc heye ku tûrîzma agrotûrîzma MICE, tûrîzma olî, bijîjkî û tûrîzma havîngehê bêne pêşxistin.
Plana stratêjîk 4 armancên sereke destnîşan kirîye: ya yekem rêça aborî ye, ku tê de bikaranîna tevahî ya potênsîyala aborî ya geştîyarîyê, beşdarbûna di pêşveçûna aborî de bi rêya rêformên di sêktora geştîyarîyê de heye. Rêça duyem zêdekirina balkêşîya navneteweyî ye, ku armanc dike wêneya Ermenîstanê wek welatekî geştîyarîyê yê balkêş zêde bike, bi tekez li ser mêvanperwerî û ewlehîyê. Ya sêyem mîsogerkirina kalîteyê ye, ku di heman demê de peydakirina ezmûnên cîhêreng û taybet jî tê de heye. Ya çarem rêça civakî ye, ku di çarçoveya wê de hewce ye ku li ser zêdekirina hejmara karkeran, peydakirina xizmetgûzarîyeke asta bilind û her weha pêşvebirina perwerdehîya geştîyarîyê bê sekinandin.
“Di encama pêkanîna plana stratêjîk de, em plan dikin, bo nimûne, heta sala 2030 yî here kêm 3 mîlyon serdanên tûrîstên hatî hebin, nêzîkî 3.8 mîlyard dolar dahat ji tûrîzmê werbigirin, ku ji wan 750 mîlyon dolar dikarin herin byûcêya dewletê, 4.5 mîlyon serdanên tûrîstên navxweyî hebin û 20 hezar karên din li ser hesabê sêktorê biefirînin”,- ewî gotîye.







