H’emû nûçeSereke

Hukumetê wedê tetbîqatên perwerdehîyê yên  sala 2026 a pesend kirîye

Hukumeta Ermenîstanê wedê ji bo tetbîqatên perwerdehîya  sala 2026 a pesend kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, ev mijar di lîsteya mijarê nehatine ragîhandin yên rûniştina 8 ê  kanûna paşin ya hukumeta  Ermenîstanê de cîh girtîye.

Pêşnûmeyê de bi taybetî wiha tê gotin:

“Sala 2026 a, kampên perwerdeyê ji bo rêzêrvîstên pileya leşkeran, efserên ku di pileya yekem û duyem ya koma yekem ya rêzêrvîstan de qeydkirî ne ragîhînin:

1) Ji 3 ê sibata sala 2026 a heta 10 ê nîsana sala 2026 a.

2) Ji 31 ê adara  sala 2026 a heta 19 ê hezîrana sala 2026 a.

3) Ji 15 ê nîsanê heta 15 ê tîrmeha sala 2026 a bi tevayî.

4) Ji 9 ê hezîranê heta 14 ê tebaxa sala 2026 a bi tevayî.

5) Ji 4 ê tebaxê heta 9 ê cotmeha sala  2026 a û di nav de.

6) Ji 15 ê îlonê heta 15 ê kanûna pêşin ya  sala 2026 a û di nav de.

7) Ji 29 ê îlonê heta 20 ê mijdara sala 2026 a û di nav de”.

Tê destnîşankirin ku tetbîqatên perwerdeyê ji bo baştirkirina jêhatîyên leşkerî yên rêzêrvîstan, perwerde û amadekarîyên pîşeyî, amadekirina efserên rêzêrvîst xwedî xwendina bilind û tevlîkirina wan di erkê şer de têne ragîhandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button