Kanûna sala 2025 a de 139 933 geştyar serdana Ermenîstanê kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna hukumetê de ragîhandîye ku kanûna sala 2025 a de 139 933 geştyar serdana Ermenîstanê kirine û di sala 2025 a de jî 2 milyon 263 642 geştyar serdana Ermenîstanê kirine, ku ev jî nîşaneyên sêktora geştiyarîyê ya sala 2025 a kurte dike.
“Îsal 2 milyon 263 hezar 642 geştîyarên me hebûn, ev ji rêjeya par bi 2,5 selefî ji rêjeya sala 2019 a bi 19,4 selefî zêdetir e”,-ewî gotîye.
Wezîr destnîşan kirîye ku ji alîyê hejmara geştîyaran ve sala here baş ji bo Ermenîstanê sala 2023 bûye. “Sala here baş ya dîrokî sala 2023 a bûye, ku me 50 hezar geştîyarên ji îsal zêdetir hebûn. Lê, bo nimûne, îsal ji Rûsyayê 216 hezar geştîyarên kêmtir hebûn ji sala 2023 a, lê ji ber ku me karibû 166 hezar geştîyarên ji welatên din zêdetir hebin, kêmbûna ji ber vê yekê tenê 50 hezar bûye”,-ewî gotîye.







