SerekeSîyasî

Rûsyayê Ermenîstan, Sûrya û niha jî Vênêsuêla winda kirine: The Washington Post

Rûsya ji ber girtina hevalbendekî sereke yê Kremlê, Nikolas Maduro, şok bûye, lê li Moskvayê, dagirkirina Vênêsuêlayê ji alîyê serok Donald Tramp ve jî wek vegera bo sîyaseta hêzên mezin-sîstemeke cîhanî ya ku tê de dewletên mezin yên împêryalîst di warên xwe yên herêmî yên bandorê de bêcezatî hukum dikin-tê dîtin- The Washington Post dinivîse.

Aborîya Rûsyayê ya ku lawaz dibe ji ber dorpêçên nû êşê dikişîne û analîst dibêjin ku Moskvayê hêdî-hêdî eleqeya xwe ya bi Vênêsuêlayê re kêm kiriye.Pispor bawer dikin ku krîza Ûkraînayê, bê guman, ji bo Rûsyayê ji ya Vênêsuêlayê pir lezgîntir e.

Rojnameya The Washington Post her wiha destnîşan kirîye ku nebûna bersiveke wisa ji alîyê hevalbendên sereke yên Krêmlê yên din ve jî hatîye hîskirin, di nav de Sûrya, Îran û Ermenîstan, ku ew jî pişta xwe dispêrin piştgiriya Moskvayê. Dîktatorê sûrî yê ji desthilatdarîyê hatîye rakirin Beşar Esed ji dema ku di kanûna sala 2024 a de ji Şamê revîyaye li Moskvayê dijî û  tebaxê de Ermenîstanê li qesira Sipî bi dijminê xwe yê demdirêj Adirbêcanê re peymaneke aşîtîyê îmze kirîye û Trump mîna dê û bavekî serbilind dikenîya.Van çarçoveyan her wiha mafê birêvebirin û pêşxistina “Korîdora Zangêzurê”, ku demeke dirêj e li ser nîqaşê ye, ku girêdaneke stratêjîk ya sereke li herêmê ye, dane Amêrîkayê.

Di hevpeyvîna ligel Deutsche Welle, pisporê ewlehiyê Nîl Mêlvîn jî tekez kirîye ku ev ne cara yekem e ku Putîn hevalbendek winda dike: “Rûsyayê Ermenîstan, Sûrya û niha Vênêsuêla winda kiriye”.Li gorî pispor, pozîsyona navneteweyî ya Rûsyayê bi girîngî qels dibe ji ber ku ew şerê xwe yê li dijî Ûkraînayê zêde dike û çavkanîyên têrker ji bo domandina têkiliyên weha kêm in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button