SerekeSîyasî

Hejmareka partîyên sîyasî yên Kurdistanê êrîşa li ser kurdên Helebê şermezar kirine

Hejmareke partî û alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê êrîşên li ser taxên kurdan yên Helebê şermezar kirine û ragîhande ku ew şedetnameyeke nerazîbûnê  raberî Netewên Yekbûyî dikin.

Xefûr Mexmûrî li konfêransa rojnamevana de ragîhandîye: “Hejmareke mezin ya partî û alîyên sîyasî yên Kurdistanê kom bûne, da ku êrîşên têrorîstî yên komên çekdar li ser taxên kurdan li Helebê şermezar bikin, herwesa ragîhandina hevpar ji raya giştî re jî hebe”.

Navbirî amaje jî daye: “Em şedetnameyekê  raberî hemû konsulxaneyan û Netewên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê dikin. Em kar û xebata kurdan li Rojavayê Kurdistanê wek bizavên neteweyî dibînin”.

Xefûr Mexmûrî eşkere kirîye: “Em bang li hemû alîyan dikin ku li himber êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînin. Ji dema hilweşîna rêjîma Esed heta niha, hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) xwestîye ku bi hukumeta Sûryayê ya demkî re li hev bike”.

Xefûr Mexmûrî herwesa spasîya dezgehên medyayê û mamosteyên olî jî kirîye, ku helwesteka kurdan li hember van êrîşan hebû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button