H’emû nûçeSereke

Par piranîya kesên ku vegerîyane welêt ji Rûsyayê bûn

Li Ermenîstanê, meylên vegerandinêye sala 2025 a de normal bûn.Civîna çapemeniyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” e hatibû lidarxistin, serokê ofîsa komîsarê bilind yê kar û barên Dîyasporayê yê Komara Ermenîstanê Zarêh Sînanyan destnîşan kirîye ku par, ji ber “xalên germ”, pêleke mezin ya vegerandinê çênebûye û herikîn jî bi awayekî berbiçev kêm nebû.

Zarêh Sînanyan gotîye: “Salên dawî de, zêdebûna here mezin salên 2022-2023 a de, ji ber pevçûyîna rûsa-ûkraîna bûye. Par, ew bi piranî ji Rûsyayê hatine vegerandin. Ev xwezayî ye, ji ber ku hejmareke mezin ji ermenîyan li wir dijîn. Wekî din, ew hem ji hêla erdnîgarî, hem ji hêla psîxolojîk ve nêzîk in. Koma din ya vegerandî ji Sûryayê ye, dû re ji Libnane, Îranê ye. Her wiha vegerandî ji Dewletên Yekbûyî, Argêntînayê, Aûstralyayê û welatên din jî hene”.

Navenda vegerandin û întêgrasyonê bernameyên xwe pêş dixe, wana dike hedef û xizmetê ji kesên ku koçî Ermenîstanê dikin  dike.Xizmet pir cûre-cûr in: belge, bicîhkirina zarokan li dibistan û baxçeyên zarokan, kûrsên zimanê ermenî, danasîna bazara kar.

Zarêh Sînanyan gotîye: “Pêdîvî ye ku vegerandina welat berfirehtir be, ji ber ku pirsgirêkek dêmografîk li cem me heye. Ev berfirehî bi çend faktoran ve girêdayî ye, yek ji wan veqetandina çavkanîyên darayî ye. Ez guman nakim ku em ê bigihîjin qonaxeke ji vê yekê. Dema ku pirsgirêkên me yên ewlehîyê yên girîng bi kêmanî bên çareser kirin, em ê li ser guhertina wêneya dêmografîk bi rêya vegerandinê bisekinin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button