H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên partîya Ermenîstanêye desthilatdar bersiva daxuyanîya Solovyov didin

Parlamêntvanên fraksîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdare li Ermenistanê bersiv dane daxuyanîya weşanger û rojnamevanê rûsî Vladîmîr Solovyov ku gotibû “Windakirina Ermenîstanê ne di berjewendîyên Rûsyayê de ye û divê Rûsya ne tenê li Ûkraînayê, lê di heman demê de li deverên herêma bandora Rûsyayê jî opêrasyona leşkerî ya taybet pêk bîne, bêyî ku qanûnên navneteweyî binpê bike”.

Li gorî “Armenpress”ê, serokê fraksîya “Peymana sîvîl” ya parlamêntê Hayk Konjoryan vîdyoyek li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye, ku tê de bi taybetî wiha gotîye:

“Propagandîstê rûsî gefên din li ser serwêrîya Ermenîstanê kirîye û ez dixwazim  bînim bîra we ku me salên dawî de serwêrîya xwe çiqas qewîn kirîye”.

Par, Ermenîstanê û Adirbêcanê li Waþîngtonê dêklarasîya aşîtîyê îmze kirin û peymana aşîtîyê îmze kirin. Hûn hemû ji bîr tînin.Demeke nêzîk de du sal derbaz dibin ku li ser sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê tu leşkerek bi guleyan nehatîye kuştin. Ev wextekê xewnek bû, îro jî rastîyek e. Ev guhertineke mezin e di jîyana me de, em tenê carina di nav qerebalixîya jîyana rojane de vê yekê ferq nakin.

Genim û sotemenîya dîzêlê bi rêya axa Adirbêcanê bo Ermenîstanê hatîye hawirdekirin û di demeke nêzîk de wê toreyên nû bên. Ev yek di wê demê de jî bêhempa bû, niha ne tenê bêhempa nîne, lê di heman demê de berê jî hene û ew ê zêde bibin. Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî  li ser destpêkirina “Rêya Tramp” dixebitin.

“Li cîhanê binêre, vê tofana ku li cîhanê diqewime bîne û Ermenîstan, ku aşîtîya xwe qewîn dike, bi Adirbêcanê re dest bi bazirganîyê dike, dikeve qonaxek nû ya normalîzasîyakirina têkilîyên bi Tirkyayê re, li ser pêkanîna “Rêya Tramp” dixebite. Ev mînakên zindî yên qewînkirina serwêrîya me ne û bê guman, niha dîsa gef li ser serwêrîya me tên xwarin. Divê em çi bikin? Divê em hewldanên xwe deh qat zêde bikin da ku aşîtîyê qewîn bikin, sînoran vekin, rêyan çêbikin, bazirganî bikin û bi cîranên xwe re bi hev re bijîn. Ev garantîya here girîng ya serwêrîya me ye û ev wê bersiva me be”.

Endama fraksîya “Peymana sîvîl” Arûsak Cûlhakyanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye:

“Propagandîst Solovyov, ku her tim “evîna” xwe ji bo ermenîya û Ermenîstanê dîyar kirîye, li Ermenîstanê, mîna li Ûkraînayê, daxwaza “Opêrasîyona leşkerî ya taybet” dike. Ev nîşaneke dijminatîyêye li hemberî Ermenîstanê û divê bersiveke guncaw werbigire. Divê berteka Ermenîstanê li hember vê yekê çi be? Bi kêmanî, divê Solovyov ji fermana rûmetê ya ku Ermenîstanê daye wî bê mehrûmkirin. Û ev kêmtirîn tiştê ku Ermenîstan divê bike ye”.

Bîr bînin ku şîrovekarê têlêvîzyona rûsî Vladîmîr Solovyov di bernameyeke din de, vê carê di “Solovyov LIVE” de gotîye: “Xwe ji hiqûqa navneteweyî, ji rêziknameya navneteweyî re eleqedar nekin.Heger ji bo ewlehîya me ya neteweyî hewce bûye ku em li Ûkraînayê opêrasyoneke leşkerî ya taybet bidin destpêkirin, çima, li ser bingeha heman nirxan, em nikarin wê li xalên din yên herêma bandora xwe jî bidin destpêkirin? Tiştê ku li Ermenîstanê diqewime ji tiştê ku li Vênêsûêlayê diqewime ji bo me pir êşdartir e. Windakirina Ermenîstanê, ev pirsgirêkeke mezin e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button