H’emû nûçeSereke

Sê tebeqên TRIPP ê li gorî wezîrê  karên der Ararat Mirzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan, dema ku danûstandinên li Waşîngtonê hatine kirin û ev belgeya îmzekirî  raber kirîye, ragihandîye ku dxuyanîya hevbeş ya li ser weşandina çarçoveya cihbicîhkirina bernameya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de wê belgeya dawîn ya pêkanîna bernameyê nebe.

Wezîr vê daxuyanîyê wek destkeftiyek ji bo Ermenîstanê, Dewletên Yekbûyî û cînarên me dibîne. Li gorî Ararat Mîrzoyan, ew daxuyaniyek e ku di navbera daxuyanîya 8 ê tebaxê û peymanên dawî û belgeyên qanûnî yên têkildar de ye.

“Tiştê ku li ser kaxezê hatîye nivîsandin û bi dema Yêrêvanê ya şev hatîye weşandin, li ser nehatiye lihevkirin, tu şertek tune ye ku hatîye bilindkirin, danûstandin lê hatîye kirin û li ser hatîye lihevkirin, lê me ji ber hin sedeman ew neweşandiye. Ji ber vê yekê ez yekser dibêjim û bê guman tu bendek wisa tune. Tiştê ku di vê belgeyê de heye û hatîye weşandin heye”,-ewî gotîye.

Wezîrê  karên der  sê tebeqe di bernameya TRIPP de ji hev cuda kirîye:

Qata yekem girêdana welatên sêyem-welatên sêyem e: Asyaya Navîn ya bi şert, Yekîtiya Avropayê,

qata duyem: girêdana Naxçêvanê û Adirbêcanê,

qata sêyem: girêdana Ermenîstanê û welatên sêyem di du alîyan de: Ermenîstan-Asyaya Navîn û Ermenîstan-Rojava.

Feyde çi ye?

Wezîrê karên der destnîşan kirîye ku daxuyanî diyar dike ku DewletênYekbûyî û Ermenîstan çi armanc dikin û wê çi feydayên wan ji pêkanîna vê bernameyê hebin. Ararat Mirzoyan gotîye: “Bi vî awayî Ermenîstan wê rola xwe wek navendeke tranzîtê û aborî ya herêmî berfireh bike, şiyana xwe ya kişandina veberhênanên biyanî zêde bike, heta kar, derfet, îhtîmala hevkariyên hevbeş”.

Serkeftina TRIPP ê bi çi ve girêdayî ye?

Ararat Mîrzoyan şertên pêwîst ji bo pêkanîna serkeftî ya bernameyê destnîşan kirîye. Li vir ewî nivîsa daxuyaniyê wiha vegotîye:

“Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî  qebûl dikin ku serkeftina TRIPP ê bi van ve girêdayî ye:

. Sazkirina bêtir ya aştîyê di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de,

. Pêşveçûn ber bi çareserîyeke berfireh ya nakokîya Ermenîstan-Tirkiyayê ve,

. Têkilîya domdar ya Dewletên  Amêrîkaêye Yekbûyî,

. Hevkarîya herêmî û îstîqirar,

. Avakirina kapasîteya bi bandor ya sazîyên Ermenîstanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button