H’emû nûçeSereke

Ermenîstan  bê guman dixwaze bibe endama tam ya Yekîtîya Avropayê: serokwezîr

Hukumeta Ermenîstanê bê guman dixwaze ku Ermenîstan bibe endama tam  ya Yekîtîya Avropayê û  rê de ye ku Ermenîstanê bike welatek ku li gorî pîvanên Yekîtîya Avropayê be.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan çarçoveya forûma ewlehîyê ya bi navê “Ermenîstan û aşîtî li xaçerêya rîsk û derfetan”de tekez kirîye.

Paşînyan pejirandina qanûna destpêkirina pêvajoya endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya  Avropayê de, ku par hatibû qebûlkirin, pir girîng dîtîye.Ewî bal kişandîye ser têgihîştina hukumeta Ermenîstanê:

“Em dixwazin bibin endama tam ya Yekîtîya Avropayê? Belê, bê guman. Em çawa xeyal dikin? Em nirxandinê dikin û ezmûna serdema berê nîşan daye ku tu welatek ji ber jêopolîtîk yan jî ji ber hêsankarîya din wek endama Yekîtîya Avropayê nayê qebûlkirin. Ji bo vê yekê, pêşşerteke pir mezin û girîng heye, divê welat bi awayekî obyêktîv li gorî standartên Yekîtîya Avropayê be, here kêm bi 97, 98, 99 selefî. Stratêjîya me wiha ye: divê em bi awayekî pir hişk û zelal rêya veguherandina Ermenîstanê bo welatekî ku li gorî standartên Yekîtîya Avropayê be bişopînin”.

Ewî her wiha gotîye ku dema ev yek bibe, kêlîya biryara sîyasî wê bê.

Li gorî serokwezîr, dibe ku Yekîtîya Avropayê biryarê bide ku ew îdî berfireh nabe, lê berevajî vê jî dibe. Serokwezîr gotîye: “Dema ku em standarta bicîh bînin, du vebijarkên me hene: yan em wek endama Yekîtîya Avrorpayê bên qebûlkirin, yan jî em neyên qebûlkirin”.

Li gorî Paşînyan, Ermenîstan her du rewşan de jî qazanc dike: rewşekê de dibe endama tam ya Yekîtîya Avropayê, rewşeke din de nabe endam, lê dibe dewleteke modêrn ku li gorî pîvanên avropî ye.

“Nazikaya din ew e ku em fêm dikin ku em nikarin di heman demê de him endama Yekîtîya Avropayê û him jî endama Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî bin. Lê niha rastîyeke cuda derdikeve holê, ku hîn jî cîh heye ku em bi vî rengî biçin û bibin endama Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî . Û em îro di wê qadê de nin. Em bi zelalî radigihînin ku em bi vî rengî diçin. Em endama  Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî ne, ku tê vê wateyê ku di vê xalê de nelihevhatin tune. Ji ber vê yekê, heya ku lihevhatin gengaz be, em ê berdewam bikin ku endama   Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî bimînin. Dema ku lihevhatin ne gengaz be, em ê bi welatîyên Ermenîstanê re biryarekê bidin, ku wê ji îfadeya azad ya îradeya gelê Komara Ermenîstanê derkeve”,- serokwezîr tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button