Paşînyan eşkere dibîne ku veberhênanên di projeya TRIPP de wê mezin bin

Alîyê amêrîkî ji bo pêvajoya amadekarîya projeya TRIPP ê 140 mîlyon dolar veqetandîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan piştî civîna hukumetê hevpeyvîna bi rojnamevanan re ragîhandîye.
Paşînyan gotîye:”Heta niha, bi çiqasî ku ez zanim, 140 mîlyon dolar ji bo pêvajoya amadekarîyê ya bernameyê hatîye veqetandin”.
Di derbarê veberhênanên taybetî de, ew bi sêwirandin û hesabên byûceyê ve girêdayî ne. Lê belê, serokwezîr eşkere dît ku veberhênan wê mezin bin. Li gorî wî, diyarkirina hejmara rast ne mimkun e.
Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî li ser çarçoveya pêkanîna projeya TRIPP ê daxuyanîyeke hevbeş weşandine. Ermenîstan dixwaze destûrê bide û piştgirîyê bide damezrandina hevaltîya pêşveçûna TRIPP ê. Tê payîn ku ev hevaltî berpirsîyarê pêşveçûna TRIPP ê be û mafê pêşkeftina destpêkê ji bo heyamek 49 salan jê re bê dayîn. Ermenîstan dixwaze ji Dewletên Yekbûyî re 74 selef pişka hevaltîya pêşveçûna TRIPP ê raber bike û 26 selef pişka xwe biparêze. Tê payîn ku ev hevkarî ji bo 50 salên din bê dirêjkirin, bi dayîna xwedîtîya zêde ji hukumeta Ermenîstanê re, ku pişka wê digihîne 49 selefê.







