Pêşnîyaza yasayî ya “Netewên kêmjimar” li palamêntê hatîye niqaşkirin

14 ê çile bi destpêşxerîya Rostem Bakoyan, cîgirê serokê Komîteya daîmî ya parastina mafên mirovan û kar û barên giştî ya parlamênta Komara Ermenîstanê, niqaşeke xebatê li ser pakêta pêşnûmeyên qanûnên Komara Ermenîstanê “Li ser netewên kêmjimar” û li ser guhertina qanûna “Li ser şêwira giştî” hatîye lidarxistin. Derheqa wê yekêda ji parlamêgntê hatîye ragîhandin.
Pêşnîyaza yasayî wê têkilîyên yasayî yên têkildarî bikaranîna mafên nûnerên netewên kêmjimar û her weha avakirina konsêya netewên kêmjimar rêk bixe.
Cîgira wezîra dadê Anna Karapêtyan, cîgira wezîra xwendina bilind û zanistê Araksîa Svacyan, cîgirê wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Avêtîk Darbînyan beşdarî nîqaşê bûne.
Nûnerên sêktorê, girîngîya destpêşxerîya qanûnî tekez kirine û çavdêrîyên xwe raber kirine, bi taybetî behsa bendên têkildarî parastina nasnameya neteweyî û êtnîkî, ziman û çanda kêmneteweyên neteweyî û mafên perwerdeyê kirine.







