
Serok Mesûd Barzanî pêşwazîya balyozê Fransîyayêyî li Îraqê Patrîk Darêl kirîye.
Hevdîtinê de balyozê Fransîyayê pesinê rola serok Barzanî ya di kêmkirina rageşîya li Sûryayê de daye.
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi balyozê Fransîyayêyî li Îraqê Patrîk Darêl re civîyaye.
Konsûlê giştî yê Fransîyayêyî li Hewlêrê Yan Brêêm jî beşdarî civînê bûye.
Li gorî daxuyanîya baregeha Barzanî, di hevdîtinê de balyozê Fransîyayê kurteyek derbarê rewşa sîyasî ya Îraqê, alozîyên li herêmê û rewşa Sûryayê raber kirîye.
Yek ji mijarên sereke yên civînê rewşa Sûryayê bûye.
Balyozê Fransîyayê rola serok Barzanî ya di “hêwîrkirina rageşî û alozîyên Sûryayê” de bilind nirxandîye.
Her wiha proseya sîyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo pêkanîna hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Îraqêye Fêdêral hatine gotûbêjkirin.
Di beşeke din ya hevdîtinê de tekezî li ser pêwendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransîyayê û hewldanên ji bo bipêşxistina wan pêwendîyan hatine kirin.







