
Civaka kurdan ya li Almanyayê, rêxistinên elewî û gelek sîyasetmedarên alman nerazîbûneke tund nîşanî zîyareta serokkomarê Sûryayê Ahmed Şera ji bo Bêrlînê didin.
KGD ê ragîhandîye ku ew wê roja duşemê li dijî “pêşwazîkirina tawanbarekî” xwenîşandaneke girseyî li dar bixin.
“Desteserkirin li şûna pêşwazîkirinê”
Civaka kurdan ya li Almanyayê ragîhandine ku ew wê li Bêrlîna paytext bi beşdarîya rêxistinên kurdan û kêmîneyên din xwenîşandaneke mezin li dar bixin.
KGD ê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Desteserkirin li şûna pêşwazîkirinê” de, bang li parlamênta fêdêral kir ku hevdîtina serokê hukumeta veguhêz ya Sûryayê Ahmed Şer a li Bêrlînê bê betalkirin.
Di çalakîyê de, li gel rêxistinên wek Hawar Help û civaka ji bo gelên di bin gefê de, civaka elewîyan ya Almanyayê û elewîyên Sûryayê yên li Avropayê jî wê cîh bigirin.
Daxuyanîyê de hatîye teqez kirin ku serdana serokê Sûryayê li gorî nêrîna wan “binpêkirineke eşkere ya nirxên bingehîn yên Komara Fêdêral ya Almanyayê ye”.
KGD ê di daxuyanîya xwe de gotîye:”Em bi xemgînî û hêrseke mezin dibihîzin ku biryara sîyasî ji bo serdana Ahmed Şera li ofîsa serokwezîrtîya Almanyayê hatîye dayîn.
Ev yek di demekê de pêk tê ku tenê berîya çend rojan, li Helebê kurd bi awayekî plankirî ji cîh û warên xwe hatin derxistin, rastî îşkenceyê hatine û hatine kuştin”.
Li gorî daxuyanîyê, xwenîşandan wê roja duşemê demjimêr 16:00 a li pêşîya ofîsa serokwezîrtîya Almanyayê ya li Bêrlînê bê lidarxistin.
Sîyasetmedarên alman li dijî zîyaretê ne
Li parlamenta Almanyayê ji frakîsyonên cuda gelek sîyasetmedar li dijî hatina Ahmed Şer derketine.
Berdevkê komîtêya karên der yê fraksîyona partîya altêrnatîv ji bo Almanyayê Markûs Fronmayêr li ser malpera fermî helwesta xwe nîşan daye û gotîye:
“Kesên ku di sîyaseta der bi bangên exlaqî balê dikişînin ser xwe û soza hiqûqa navneteweyî didin lê niha El Şer li Bêrlînê pêşwazî dikin, bawerîya xwe winda dikin.
El Şer, îslamîstek e ku xwedî pêşerojeke cîhadî ye.
Fronmayêr amaje bi dersînorkirina sûryanyan kirîye û dupat kirîye ku erkê Şer a ku “welatîyên Sûryayê ji Almanyayê wergire û êrîşên tundûtîj yên li ser xirîstîyanan rawestîne”.
“Qat û kravat wî nakin dêmokrat”
Parlamênta Partîya Çepê Canûs Ozdêmîr jî wek gelek sîyasetmedarên din yên Almanyayê li dijî çûna Şer a derket.
Canûs li ser hesabê xwe yê X ê rexne li serokwezîrê Almanyayê Frîdrîx Mêrs girtin û gotîye:
“Di demekê de ku rêjîma wî durzî, kurd, elewî, êzidî û xirîstîyanan diçewisîne û dikuje, serokwezîr Mêrs xalîyê sor radixe.
Di demekê de ku rejîma wî gefan li sîstêma xweser ya li Rojavayê dixwe, serokwezîr Mêrs rêzê li tawanbarekî digire. Qat û kravat, îslamîstekî wek El Şer nake dêmokrat”.
Li gorî gotina sîyasetmedara Partîya Çepa, Ahmed Şer endamekî berê yê El Qaîde û rêxistina El Nûsrayê bûye û pêşwazîkirina wî “li dijî sîyaseteke derve ya li ser bingeha mafên mirovan e”.







