Ajansa Fitch Ratings ê pêşbînîya nirxandina Ermenîstanê bilind kirîye

Ajansa Fitch Ratings ê ya navdar ya navneteweyî, pêrspêktîva nirxandina Ermenîstanê bilind kirîye bo “Ermenî” û nirxandin li “BB” ê piştrast kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Ajansa Fitch Ratings ya navdar ya navneteweyî, pêrspêktîva nirxandina Ermenîstanê bilind kirîye bo “Erênî” û nirxandin li ser “BB” ê piştrast kirîy
Ev ne tenê guhertineke îstatîstîkî ye: ew piştrastkirineke pîşeyî ye ku polîtîkayên aborî yên Ermenîstanê yên pejirandî û aramîya sazûmanî di bazarên navneteweyî de giranîyeke nû bi dest dixin. Ev dengek bawerîyê ye bi berxwedana aborî û îradeya sîyasî ya dewleta meye.
Paşînyan nivîsîye: “Pêvajoya pêşketina aborî ya Ermenîstanê dikeve qonaxeke nû ya bawerîyê. Ez me hemûyan pîroz dikim”.







