SerekeSîyasî

Koçber berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê: li mizgeft û dibistanan tên bicîhkirin

Hevseroka heyva Sor ya kurd ya Rojavayê Kurdistanê ragîhandîye ku nêzîkî 550 malbatên ku ji ber şer ji herêmên Reqayê û Tebqayê koçber bûne, gihîştine Rojavayê Kurdistanê.

Seroka rêxistinekê jî dibêje ku ew koçberan li mizgeft û dibistanan bi cîh dikin û rewşa wan xirab e.

Hevseroka heyva Sor ya kurd ya Rojavayê Kurdistanê Hêdyê Qamişloyê li ser rewşa koçberên ku ji ber şer derbazî Rojavayê Kurdistanê bûne ji Rûdawê re axivîye.

Hêdîyê Qamişloyê gotîye: “540 malbat ji ber şer ji rojavayê Feratê gihîştine herêmên Rojavayê Kurdistanê”.

Li gorî gotina hevseroka heyva Sor ya kurd, ji wan koçberan 400 malbat çûne Qamişloyê, 100 malbat çûne Dêrikê û 40 malbat jî çûne Amûdê.

Hêdîyê Qamişloyê dîyar kirîye ku hejmareke malbatên din  rê de nin û ji bo ku xwe ji êrîşên artêşa ereban ya Sûryayê biparêzin berê xwe didin herêmên aram.

“Tîmên me amade ne”

Hevseroka heyva Sor ya kurd ya Rojavayê Kurdistanê her wiha gotîye:

“Me navendên xwe yên tenduristîyê yên gerok û hemû tîmên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan belav kirine û ew ji bo alîkarîyê amade ne”.

Pêdivîya wan bi şîr û xwarinê heye

Seroka rêxistina aştiyê ya li Qamişloyê Îman Îbrahîmê jî  ji Rûdawê re ragîhandîye:

“Rewşa koçberan gelekî xirab e, xelq tên û niha jî gelek malbat di rê de nin”.

Seroka rêxistina aştîyê ya Qamişloyê wiha pê de çûye:

“Pêdivîya koçberan bi şîr, pêçek û xwarinê heye, rêxistinên navneteweyî jî alîkarîya pêwîst  raber nekirîye.

Ji ber zêdehîya hejmara koçberan dabînkirina cîhê manê di vê sermayê de zehmetîyeke zêde çêkirîye.

Loma em neçar in ku wan li mizgeft û dibistanan bi cîh bikin”.

Piştî êrîşên 6 ê vê mehê yên artêşa ereban ya Sûryayê yên li du taxên kurdan yên li Helebê, di du rojên borî de artêşê careke din êrîşî herêmên di bin desthilata rêveberîya xweser de kirîye û ji ber vê yekê bi hezaran kes koçber bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button