SerekeSîyasî

Pêşnîyara Şamê ya ji bo HSD ê eşkere bûye: 12 made

Hatîye îdîakirin ku hukumeta Sûryayê ji bo bicihanîna peymana 10 ê adarê ya di navbera serokkomarê Sûryayê Ahmed Şara û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de nexşerêyeke nû ya ji 12 madeyan pêk tê  raber kirîye.

Plan şertên krîtîk yên wek radestkirina çavkanîyên ênêrjîyê, vekişîna ji Reqayê û Dêrezorê, tayînkirina Mezlûm Ebdî ya wek parêzgar û beşdarîya takekesî ya nav artêşê li xwe digire.

Li gorî nûçeya kanala Al-Majallayê ya navenda wê li Londonê ye, hukumeta demkî ya Sûryayê ji bo bicihanîna peymana 10 ê adarê planeke berfireh  raberî HSD ê kirîye.

Sernavên herî girîng yên plana 12 madeyî ya ku bi salnameyekê ve hatîye girêdan ev in:

Beşdarîya artêşê: HSD wek ku daxwaz dike ne wekî yekîne yan lîwa, wê wekî “takekes” beşdarî artêşa Sûryayê bibe.

Derîyên sînorî: hemû derîyên gumrikê û sînor yên li ser sînorê Îraqê û Tirkyayê radestî birêvebirîya Şamê bên kirin.

Ewlehîya sînoran: xeta sînorê Tirkyayê û Îraqê bi temamî radestî artêşa ereban ya Sûryayê bê kirin.

Vekişîna ji herêmên ereb: HSD ji parêzgehên Dêrezorê û Reqayê ku nifûsa wan bi piranî ereb e bi temamî vekişe.

Çavkanîyên ênêrjîyê: hemû zevîyên pêtrolê û gazê û tesîsên wan radestî birêvebirîya Şamê bên kirin.

Av û bendav: kontrola bendav û tesîsên avê radestî hukumeta navendî bê kirin.

Birêvebirîya Hisîçayê: li parêzgeha Hisîçayê di navbera Şam û rêveberîya xwecihî de “îdareyeke hevpar” bê avakirin.

Pêşnîyara parêzgarîyê: Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî wek parêzgarê Hisîçayê bê tayînkirin.

Nûnertîya di hukumetê de: postên bilind yên hukumetê yên wek alîkarîya wezîrê parastinê û karên navxwe bidin nûnerên kurd.

Beşdarîya sîyasî: destûr bê dayîn ku nûnerên kurd beşdarî parlamênta Sûryayê bibin.

Naskirina mafan: naskirina fermî ya mafên kurdan li gorî biryarnameya ku serokkomar Ahmed Şara rojên borî derxistibû bê teyîtkirin.

Mezlûm Ebdî qebûl nekirîye

Çavkanîyên ku ji Rûdawê re axivîne dîyar kirine ku pêşnîyara navborî ji alîyê wezîrê karên der  Aş  Şaybanî ve hatîye amadekirin da ku  raberî HSD ê bikin.

Lê rojnameger Ambêrîn Zamanê ragîhandîye ku Ebdî ev pêşnîyar qebûl nekirîye.

Tê çaverêkirin ku nûnerê Amêrîkayê Tom Barak  li Şamê bi Ahmed Şara re van madeyan gotûbêj bike.

Li alîyê din hatîye ragîhandin ku Şara wê roja sêşemê serdana Bêrlînê bike û piştre derbazî Davosê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button