Paşînyan wê xelata “Zayêd” ya biratîya mirovan werbigire: ew ê meha sibatê li Ebû Dabîyê bê dayîn

Hukumeta Ermenîstanê radigîhîne ku komîtêya xelata “Zayêd” ji bo biratîya mirovan peymana li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de pir nirx daye û xelat wê meha sibatê li Abû Dabîyê ji serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re bê dayîn.
Xelata “Zayêd” ya biratîya mirovan wergirên sala 2026 a eşkere kirîye.Komîtêya xelatê peymana damezrandina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê wek pêvajoyeke aşîtîyê, dîyalogê, normalîzamsîyakirina têkilîyan û çareserkirina nakokîyan ku ji hêla her du dewletan ve hatîye bicîh kirin, pir dinirxîne.
Ew tekez dike ku lihevhatin ne kiryarek yekcarî ye, lê rêyeke berdewam û domdar e.Sêkrêtarê giştî yê xelata “Zayêd” ji bo biratîya mirovan Mûhamad Abdêlsalm, bal kişandîye ser hewldanên berdewam, domdar û prênsîpî yên Nîkol Paşînyan ji bo avakirin û qewînkirinan.Xelat wê meha sibatê li Abû Dabîyê raberî serokwezîr Nîkol Paşînyan bê kirin.







