H’emû nûçeSereke
Serokê parlamênta Komara Ermenîstanê wê bi serdana fermî here Rûsyayê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wê li ser vexwendina seroka konsêya Fêdêrasyonê Rûsîyayê Valêntîna Matvînkoyê bi serdana fermî here Fêdarasyona Rûsyayê. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Sîmonyan derheqa wê yekêda li civîna rojnamevanan de li parlamêntê elam kirîye.
Serokê parlamênta Ermenîstanê destnîşan kirîye ku “Roj hîn nehatine dîyarkirin, lê vexwendin ji bo serdana vegerê li cem min heye. Hevkara min xanim Matvîênkoyê bi şandeke mezin li vir bûye û min jî vexwendin ji bo serdanê wergirtîye”.
Şanda bi serokatîya seroka konsêya Fêdêrasîyona Rûsyayê Valêntîna Matvîênkoyê, hezîrana sala 2025 a serdana Ermenîstanê kiribû.







