H’emû nûçeSereke

Bîyanî wê bikaribin bêyî ku bên Ermenîstanê milkê nekêşbar bikirin

Ji bo aktîvkirina bazara milkên nekêşbar destpêşxerîyek hatîye pêşxistin.Derheqa wê yekêda, serokê komîtêya kadastrê ya Ermenîstanê Sûrên Tovmasyan ragîhandîye.

Ewî zêde kirîye ku ji bo kesên li derveyî welêt danûstandinên bazirganî hêsan e û îdî ne hewce ye ku li ser navê alîyên sêyemîn wekîlnameyek bê nivîsandin yan jî bi xwe bên Ermenîstanê.

Tovmasyan rave kirîye ku heger alî li hev bikin û bank amadebûna xwe ya fînansekirina krêdîta xanî nîşan bide, alî wê karibin peymana kirîn û firotanê li ser platforma êlêktronîkî îmze bikin û ji bo qeydkirinê raber bikin.

Ev tê vê wateyê ku kesên ku li derveyî welêt dijîn û mafê wan heye ku li Ermenîstanê milkên nekêşbar bikirin, wê bikaribin peymanê ji dûr ve îmze bikin û sêrtîfîkata xwedîtîyê bi êlêktronîkî bistînin.

Karbidest gotîye ku ev hîn jî projeyek cêribandinê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button