Çareserîyeke demdirêj û aram ya nakokîya Rûsyayê-Ûkraînayê sala 2026 a de ne mimkûn e:sêrvîsa îstîxbara Ermenîstanêye de

Sêrvîsa îstîxbarata Ermenîstanêye der çareserîyeke aram û demdirêj ya nakokîya berdewam ya di navbera Rûsyayê û Ûkraînayê de sala 2026 a de ne gengaz dibîne.
Deheqa wê yekêda di sêrvîsa îstîxbarata Komara Ermenîstanê ye der de li ser rîskên derveyî yên Ermenîstanê, ku bi mafê taybetmendîyê ji “Armenpress” re hatîye raber kirin, tê behs kirin.
“Li ser bingeha analîzeke berfireh ya hevsengîya hêzan li qada şer, armancên sîyasî yên alîyên nakok û berjewendîyên aktorên cîhanî, xizmet dinirxîne ku çareserîyeke aram û demdirêj ya nakokîya berdewam ya di navbera Rûsyayê û Ûkraînayê de sala 2026 a de ne mimkûn e.Tevî dijwarbûna niha ya pêvajoya danûstandinan, pir mimkûn e ku sala 2026 a de alî wê armancên xwe yên dijberî hev û helwestên dijber li ser hejmareke mijarên ku ji bo her yekê girîng têne raber kirin, bidomînin, ku ev jî wê bingehên ji bo xuyangkirina leşkerî ya nakokîyê biparêze”.
Guman heye ku Ûkraîna heta sala 2026 a şiyana xwe ya berxwedana leşkerî ya li hember kiryarên Rûsyayê biparêze. Di heman demê de, Rûsya di warê potênsîyela berdewamîya dijminatîyê de di navdema navîn de xwedî avantajeke girîng e.
Dijwarîyeke din ya girîng ji bo Ûkraînayê mîsogerkirina aramîya navxweyî ye. Di şert û mercên şerekî dijwar, nakokîyên sîyasî yên navxweyî yên bi awayekî obêktîf kombûyî û zextên jêopolîtîk yên çalak de, tenê axaftina li ser hilbijartinan rîskeke mezin ya encamên nepêşbînîkirî dihewîne.
Lê belê, mimkun e ku herî kêm beşek girîng ji dorpêçên li dijî Rûsyayê hatine sepandin di meriyetê de bimînin, ku ev yek wê ji bo aborîya Ermenîstanê xetereyan biefirîne,di nav de ji pêrspêktîva dorpêçên aborî yên duyemîn.
Heman demê de, polarîzasyona berdewam ya di navbera hin navendên jêopolîtîk de bi îhtîmaleke mezin wê xetereyên di warê hevsengkirina têkiliyên sîyasî û aborî yên der yên Ermenîstanê de kûrtir bike”,- raporêda hatîye gotin.







