SerekeSîyasî

Barê bacên Tramp  bi tevahî dikeve ser milê amêrîkîya bi xwe

Li gorî pisporên înstîtûta Kîlîyê ji bo aborîya cîhanê, îtxalkar û xerîdarên amêrîkî 96 selefê bacên gumrikê yên li ser kelûpelên ji welatên din tên îtxalkirin didin. Li gorî DW ê, lêkolîneran, ku  25 mîlyonî zêdetir tomarên kelûpelên ku ji Dewletên Yekbûyî re hatine şandin analîz kirine, dîtine ku piştî ku Donald Tramp bacên gumrikê danî, dahata welêt bi qasî 200 mîlyard dolarî zêde bûye, lê hinardekarên bîyanî tenê bi qasî 4 selefê vê barê hilgirtine.

Encamê de, pisporên înstîtûta Kîlîyê  bawer dikin ku bacên gumrikê yên Tramp ji hêla kar û barên amêrîkî ve bi şikilê “baca xerckirinê li ser kelûpelên îtxalkirî” têne dayîn.Rêvebera lêkolînê ya înstîtûta Kîlîyê Yûlîan Hînsîyê gotîye: “Baca derbeyek bi xwe ye. Îdîaya ku barê sereke yê van bacên gumrikê dikeve ser welatên bîyanî efsaneyek e. Daneyên vê yekê berevajî nîşan didin: amêrîkî tevahîya lêçûnê didin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button