H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê fabrîka şokoladaye li  herêmê ya here mezin tê çêkirinê:Gêvorg Papoyan

Ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê ragîhandine, wekî li Ermenîstanê fabrîka şokoladaye li  herêmê ya here mezin tê çêkirinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî nava sê salada fabrîka gerekê bi temamî bixebite û nava encamên wê yekêda wê rojê 200 tonna şokolad bê çêkirinê, lê hejmara cîhên xebatê wê bighîje 2000 î.

“Gêvorg Papoyanê wezîr 20 ê meha çile, li cîhê fabrîka kompanîya “Vêllar grûp” ê qesidîye, ya ku nû tê çêkirinê.

Serokatîya kompanîyayê rêberîya wezîr kirîye, yê ku nav fabrîkayêda gerîyaye û nasîya xwe daye têknolocîyên li wir. Niha îdî 120 mîlyon yûro învêstîsîya hatine kirinê û têra tê dîtinê bahê 25 mîlyon yûro jî zêdekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button