H’emû nûçeSereke

Li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê aşîtîyeke bêkêmahî heye:Paşînyan

Xebata Ermenîstanê ji bo qewînkirina aşîtîyê ye, lê qet ji bo yek sanîyekê jî hişyarîya xwe winda nekiriye. Ji 21 ê çileya sala 2026 a vir ve, li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê aştîyeke temam heye.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  dema rûniştina pirs û bersivan ya hukumeta  Ermenîstanê tekez kirîye.

Ewî destnîşan kirîye ku rapora salane ya sêrvîsa îstîxbarata der tekez dike ku rageşîya leşkerî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de wek  hema ne muhtemel tê nirxandin, ku tomar dike ku aşîtî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin

Derbarê bidestxistina çekan de, ewî gotîye: “Stratêjîya me wiha ye: em bi awayeke sîstêmatîk şîyanên parastinê yên welatê xwe zêde dikin. Û ez dikarim bêjim ku em vê yekê bi serkeftî bicîh tînin”.

Di derbarê mijarên qewînkirin û sazûmankirina bêtir ya aşîtîyê de, ewî piştrast kirîye ku rayedarên Ermenîstanê bersiva xwe ya dîplomatîk di wê alî de didomînin.

“Lê ez dixwazim ku em hemû bala xwe bidin guhertina atmosfêrê ku di vê demê de di têkilîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê de çêbûye, dest pê dike bi rêtorîka him ji Ermenîstanê û him jî ji Adirbêcanê. Ew rêtorîk ji xwe nîşanên yekem yên guhertineke kalîteyî nîşan dide. Û ez dixwazim vê yekê pêşwazî bikim”,-serokwezîr gotîye.

Li gorî serokwezîr, xebata li ser pirsgirêkên ku ji hêla sêrvîsa îstîxbarata der ve hatine tomar kirin berdewam dibe. “Lê ev xebat wê bi armanca qewînkirina aşîtîyê be, girîngîyê bide naveroka erênî ya ku di vê demê de çêbûye, girîngîyê bide wê û xwe bispêre wê naveroka erênî. Di derbarê rîsk û gefên ewlehîyê yên gengaz de, pergala dewletê ya Ermenîstanê bi berdewamî wê analîz dike û hemî xizmet, berî her tiştî yên dîplomatîk, karê xwe di wê alî de dikin”,- Paşînyan gotîye.

Ewî bi kêfxweşî bal kişandîye ser vegera 4 kesên din yên ku  berê li Adirbêcanê hatibûn girtin bo Ermenîstanê.

Ji alîyekî din ve, pêvajoyên bêçalaktîyê hene. Divê em bi van pêvajoyên bêçalaktîyê re bi aramî, bi balkişandina ser aşîtîyê, bi baldarî li ser aşîtîya damezrandî bixebitin. Lê Ermenîstanê qet sanîyekê jî hişyarîya xwe winda nekirîye û wê winda neke.Ji 21 ê çileya sala 2026 a pê ve, li ser sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê aşîtîyeke bêkêmasî heye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button