H’emû nûçeSereke

Koma xebatê ya Ermenîstan-Amêrîkayê civîna xweye duyemîn li dar xistîye

Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine ku 22 ê  çile civîna  koma xebatêye duyemîn ya Ermenîstan-Amêrîkayê ya li ser bicîhanîna peymanên  civîna aşîtîyê ya Waşîngtonêye 8 ê tebaxa sala 2025 a pêk hatîye.

Cîgirê wezîrê  Ermenîstanêyî karên der  Vahan Kostanyan û cîgira alîkara wezîrê Amêrîkayêye karên der Sonata Koûltêrê di merasîma li Davosê, damezirandina konsêya aşîtîyê ya ku ji alîyê serokê Amerîkayê Donald Tramp ve hatîye destpêkirin û tevlîbûna Ermenîstanê wek endameke damezrînerê di vê sazîyê de, pêşwazî kirine.

Pêşketina di pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  bi razîbûna herdu alîyan hatîye destnîşankirin û pejirandina çarçoveya bicîhanîna Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji bo projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” wek destkeftîyeke din ya girîng hatîye destnîşan kirin.

Koma xebatê mijarên rojevê yên hevkarîya aborî, ênêrjî, têknolojîyên bilind û sêktorên din niqaş kirine û kiryarên pêşerojê destnîşan kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button