Hişyarîya karesatê li Kobanê: ji 30 firnan tenê 3 firne nan dikin

Bajarê Kobanê di van rojên dawî de rûbirûyî şerekî “man û nemanê” û dorpêçeke giran bûye. Hevdem li gel sermaya zivistanê, kêmbûna nan, sotemenî û pêdivîyên sereke yên jîyanê, jîyana bi hezaran sîvîlan dixe bin metirsîyeke mezin.
Li gorî zanyarîyên ku ji nava bajêr hatine girtin, ji ber dorpêçê û nebûna mazotê, ji 30 firinên nan yên li navenda Kobanê û gundewarên wê, niha tenê 3 firin (Firina Şêran, Qeremezre û firina Elî) kar dikin.
Rêveberê firinên Kobanî Îsmaîl Hakîm ji bo Kurdistan 24 ê hişyarî daye ku rewş ber bi karesatê ve diçe.Hakîm dîyar kirîye ku tîmên wan 24 sehetan kar dikin, lê ji ber kêmbûna ar û sotemenîyê,erdê ku niha li ber destê wan maye tenê têra 3 rojên din dike.
Li her malekê pênc malbat dijîn
Ji ber êrîşên li ser herêmê, bi hezaran koçberên ji Reqayê, Tebqayê û kampên wekî Til Semenê berê xwe dane navenda Kobanî. Ev yek bûye sedem ku li bajar qerebalixiyeke zêde çêbibe.
Welatîyên ku li ber derîyên firinan bi seheta di dorê de disekinin, nîgeranîya xwe wiha tînin ziman: “Rewşa me gelekî xirab e. Niha li her malekê li Kobanî nêzîkî pênc malbat bi hev re dijîn. Ne nan heye, ne mazot û ne jî pêdivîyên jiyanê. Em bi sehetan di dorê de disekinin, lê carina nan nagihîje me jî”.
Rêveberê firnê Îsmaîl Hacim dîyar kirîye, wan berya şer rojê ji 15 heta 20 ton nan çê dikirin. Lê niha ji ber zêdebûna hejmara welatîyan derdora 25 heta 30 î tonn nan çê dikin, dîsa jî ji ber hejmara zede têra gel nake.
Sermaya zivistanê û “Têrora derûnî”
Ji bilî şer û dorpêçê, sermaya dijwar ya zivistanê barê xelkê girantir kirîye.Welatî dîyar dikin ku ji ber nebûna mazotê ew nikarin malên xwe germ bikin û fikarên wan li ser jîyana zarok û pîran zêde dibin. Xelkê herêmê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku ji bo şikandina vê dorpêçê û gihandina alîkarîyan tavilê destwerdanê bikin.
Kobanî, ku sembola berxwedanê ye, di bin dorpêçeke nû de li benda çareseriyeke mirovî ya lezgîn e.







