SerekeSîyasî

Mayk Pompêo: divê li Rojavayê Kurdistanê herêmeke tampon bê avakirin

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Mayk Pompêo, polîtîkaya niha ya Waşîngtonê ya li hemberî Sûryayê bi tundî rexne kirîye.

Pompêo pêşnîyar kirîye ku li Rojavayê Kurdistanê “herêmeke tampon” bê avakirin û hişyarî daye ku terikandina Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) wê bibe sedema zindîbûna DAIŞ ê.

 Mayk Pompêo di nivîseke de ku  di rojnameya Wasşîngton Postê de belav bûye rûdanên dawî yên li Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê û plana vekişîna Amêrîkayê nirxandine.

Pompêo dîyar kirîye, gavên ku hatine avîtin istîqirara herêmê û jîyana leşkerên Amêrîkayê dixin metirsîyê û gotîye ku Amêrîka “qumareke xeter” dilîze.

“HSD tê terikandin, DAIŞ î ji girtîgehan direvin”

Pompêo dîyar kirîye ku ew ji neçarbûna vekişîna HSD ê ya ji herêmên wek Dêrezorê û Reqayê bi fikar e.

Ewî destnîşan kirîye ku bi ketina hêzên hukumeta Sûryayê ya bo nav herêmên di bin kontrola HSD ê de valahîya ewlehîyê çêbûye û gotîye:

“Firara hejmareke nedîyar ya çekdarên DAIŞ ê ji girtîgeha Şedadê, gefeke raste-rast e li ser jîyana leşkerên Amêrîkayê”.

Pompêo bi bîr anîye ku HSD di têkbirina xîlafeta DAIŞ ê de li ser navê Amêrîkayê bi wêrekî şer kirîye û wiha li peyî çûye:

“Waşîngton ne tenê vedikişe, di heman demê de pişta xwe dide sozên ku dane hevpeymanên xwe û qedera herêmê ji hukumeteke Sûryayê re dihêle ku hîn rûştbûna xwe îzbat nekirîye”.

Rexne li rêveberîya Ahmed Şer

Wezîrê berê rakirina sîzayên li ser rêveberîya nû ya Sûryayê wek “şaşî”yê bi nav kirîye.

Pompêo dîyar kirîye ku serokkomarê Sûryayê yê qonaxa veguhêz Ahmed al Şar ji sozên xwe yên “nermbûn” û “parastina mafên kêmîneyan” dûr ketîye.

Pompêo parastîye ku wezîreta parastinê ya Sûryayê bi “Îslamîst û alîgirên  birayên Musulman” tijî bûye û kapasîteya birêvebirîya Şamê ya parastina komên êtnîk û dînî nîne.

“Ssênarya Îraqê ducare dibe”

Pompêo rewşa heyî şiband vekişîna birêvebiriya Obama ya sala 2011 ê  ji Îraqê û ev hişyarî daye:

“Bila em ji bîr nekin ka DAIŞ çawa derket holê, ev bi vekişîna Amêrîkayê û hejandina bawerîyê çêbû.

Biryara vekişînê ya Obama valahîyek çêkir ku DAIŞ ê ew tije kirîye û rêxistinê sêyeka Sûryayê û ji 40 selefê Îraqê dagir kirîye.Heman şaşî niha li Sûryayê ducare dibe”.

Plana çalakîyê ya 3 xalî

Mayk Pompêo di dawîya nivîsara xwe de ji bo pêşîgirtina li karesatê 3 pêşnîyar  raberî birêvebirîya Tramp kirine:

Bi piştgirîya sînordar ya leşkerî ya Amêrîkayê, di navbera HSD û hêzên hukumeta Sûryayê de herêmeke ewle bê avakirin.

Sîzayên giran fên li ser sêktora pêtrolê, sazîyên darayî û serkirdeyên musulman yên Sûryayê bilez  bên çalekkirin.

Ji bo peymaneke ewlehîyê ya ku pêşîyê li rûxîna Sûryayê ya ji hundir ve bigire û hemû alîyan li xwe bigire, zexta dîplomatîk bê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button