SerekeSîyasî

Babekir Zêbarî: metirsiya DAIŞ ê zêde  bûye, lê sînorên Herêma Kurdistanê parastî ne

Şêwirmendê serokê Herêma Kurdistanê bo kar û barên leşkerî Babekir Zêbarî hişyarî daye ku alozîyên li Sûryayê û revîna endamên DAIŞ ê ji zindanan, metirsîya serhildana nû ya vê rêxistinê zêde kirîye.Zêbarî herwiha tekez kirîye, DAIŞ nikare sînorên Herêma Kurdistanê bibire.

Şêwirmendê serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî 29 ê çileyê di daxuyanîyekê de ragîhandîye, hebûna DAIŞ ê li Îraqê û Sûryayê hîn jî metirsîyeke mezin e û mercên niha rê bo çalakîya wan xweş dikin.

Babekir Zêbarî bal kişandîye ser şerê navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û artêşa Sûryayê û gotîye: “Ew endamên DAIŞ ê yên ku ji ber şer û alozîyan ji zindanan revîyane, metirsîyeke mezin in li ser navçeyê. Ev yek gera serhildana nû ya DAIŞ ê li Îraqê û Sûryayê gelekî zêde kirîye”.

Zêbarî herwiha aşkere kirîye, DAIŞ î li bendê ne ku valahîyên ewlehîyê peyda bibin, da ku dest bi çalakîyên têrorîstî bikin. Herwiha destnîşan kirîye jî, nakokîyên li ser xalên sînorî yên di navbera Îraqê û Sûryayê de, rê bo vedizîna çekdarên DAIŞ ê bo nav axa Îraqê xweş dike.

Derbarê ewlehîya Herêma Kurdistanê de, şêwirmendê serokê herêmê daxuyanîyên piştrastker dane û gotîye: “Metirsîya dubare derketina DAIŞ ê, li ser Herêma Kurdistanê nîne. Hukumeta Herêma Kurdistanê sînorên xwe bi awayekî pir baş kontrol kirine. DAIŞ nikare sînorên me bibire û metirsîyê li ser Kurdistanê ava bike”.

Babekir Zêbarî rewşa niha ya Sûryayê wek “rewşeke nebirêkûpêk” pênase kirîye û gotîye ku hukumeta Sûryayê nikare komên çekdar kontrol bike û peymanên hatine kirin jî tên binpêkirin.

Babekir Zêbarî derbarê rewşa hêzên çekdar yên li Sûryayê de gotîye: “Ev kom ji bin kontrola hukumetê derketine. Tevî ku Ahmed Şara kontrola li ser hêzên xwe winda kirîye, lê bila her kes piştrast be ku ew di şerê li dijî kurdan de biser nakevin. Ew nikarin derbazî nav axa kurdan li Rojavayê Kurdistanê bibin û wê têk biçin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button