CivakSereke

Êzidî cejina çileyê zivistanê pîroz dikin

Cejna çileyê zivistanê ya êzdiyan e. Êvara cejinê, Baba Şêx û kesatîyên êzidî li perestgeha Lalişê amade dibin û hejmareke merasîmên girêdayî wê cejinê tê lidarxistin û qewil û semayên olî tên  raberkirin.

Her sal, êzidî çil rojan (ji roja 25 ê kanûna pêşin heta 1 ê sibatê) rojîyan digirin û li roja 2 ê sibatê dibe cejina wan, ku wek cejina çileyê zivistanê tê zanîn.

Êvara cejina çileyê zivistanê Baba Şêx, rêberên olî û çilegir li perestgeha Lalişê amade dibin. Li destpêkê, govanda ber derîyê kanîyê tê kirin û di eynî demê de çirayên perestgehê tên vêxistin.

Berpirsê ragîhandinê yê perestgeha Lalişê Luqman Silêman ji Kurdistan24 ê re ragîhandîye: Baba Şêx, rêberên olî û çilegir ji bo dema 40 rojên herî sar yên zivistanê rojîyan digirin.

Di seqayekê sar de û li ber agirê daran, def û şimşal tên lêxistin û qewlên olî tên gotin, ku ev ruhîyeta felsefeya vê olê ne.

Qewal Îlyas ku kesatîyekê ola êzîdîyan e dibêje ku, Baba Şêx, rêberên olî û çilegir çil rojan di çileyê zivistanê de birojî dibin. Ev rojî li 25 ê  kanûna pêşin dest pê dibin û heta 1 ê sibatê berdewam dibin, roja duyê ya mehê jî dibe cejin û merasîmên taybetî di hundurê perestgeha Lalişê de tên lidarxistin.

Qewal Îlyas herwesa gotîye ku ew merasîm du rojan berdewam dibin û ew yek ji cejinên herî pîroz yên êzidîyan e.

Cejin û helkeftên ola êzîdîyan zêdetir bi demsalan û xwezayê ve girêdayî ne, lema ev rojî jî di 40 rojên herî sar yên zivistanê de tên girtin, ev jî tê wê wateyê ku ola êzîdîyan xwedî felsefeyeka kûr e û bi dîyardeyên xwezayî ve girêdayî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button