
Piştî derbazbûna hêzên wezîreta Sûryayêye navxweyî bo bajarê Hesekê, rêveberê nû yê ewlehîyê yê bajêr ragîhandîye ew ê bi hevahengîya li gel hêzên Asayîşê bi hev re ewlehîya herêmê biparêzin.
Di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û hukumeta Sûryayê de, yekeyên wezîreta Sûryayêye navxweyî 2 ê sibatê derbazî bajarê Hesekê bûne.
Rêveberê nû yê ewlehîya Hesekê Mervan Elî di daxuyanîyeke rojnamevanî de ragîhandîye, hatina wan beşek e ji rêkeftina her du alîyan û gotîye: “Em ê gav bi gav hemû xalên rêkeftinê cîbicî bikin. Armanca me ya sereke vegerandina asayîş û aramîya herêmê ye”.
Mervan Elî derbarê şêwazê karkirina wan ya li Hesekê de destnîşan kirîye, ew ê bi hevahengîya li gel hêzên Asayîşa navxweyî ya ser bi HSD ê ve, herêmê biparêzin. Di nava çend rojên pêş de, wê her tişt vegere ser rêça xwe ya rast û aram.
Hevdem, fermandarê di Asayîşê de Sîyamênd Efrînî piştrast kirîye, hêzên wezîreta navxweyî bi hevahengîya wan û li gorî rêkeftinê derbazî bajêr bûne.Ewî berpirsî tekez kirîye ku di dema bicihbûna hêzan de tu alozî û girjî çênebûye.
Ev pêngava li Hesekê piştî wê yekê tê ku nîvro 20 wesayîtên hêzên navxweyî yên hukumetê derbazî bajarê Kobanê bûbûn. Tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê rêkeftinê de, di demeke nêz de hejmareke din ya hêzên ewlehîyê derbazî bajarê Qamişloyê jî bibin da ku sazîyên îdarî û ewlehî li seranserê herêmê bên yekkirin.







