CîhanH’emû nûçeSerekeSîyasî

Xelata Biratîya Mirovan a Zayed ji Nîkol Paşînyan û Îlham Eliyev re li Ebû Dabîyê hat dayîn

Xelata Zayed ya Biratîya Mirovan li Ebû Dabîyê pêşkêşî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Eliyev hatîye kirinê.

Rêberên her du dewletan ji ber pêşdabirina berdewam ya rojeva avakirina aştiyê di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê da, misogerkirina hevkarîyê û îstîqrarê li herêmê, xelat wergirtin. Xelat ji hêla Şêx Mihemed Bîn Zayed Al Nahyan, serokê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî va hatin dayîn.

Li gorî “Armenpress”-ê, di merasîmê da, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe da destnîşan kiriye ku tiştê ku îro diqewime bi salan e nayê bawerkirin xuya dikir.

“Serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo pîrozkirina avakirina aştiyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da ji bo parevekirina Xelata Zayed ya ji bo Biratiya Mirovan li hev civîyan. Di 40 salên borî da,  weyê qet peyvên “aştî”, “Ermenîstan” û “Adirbêcan” bi hevra nedîta.Û eger dengê wan bi hevra bê bihîstin jî, evê tiştekî ecêb be. Ji ber vê yekê tiştê ku di sala 2025an da qewimî û îro diqewime bi rastî jî ecêb e”,-serokwezîr gotîye.

Li gorî wî, qebûlkirina xelatê îzbat dike ku rûpela nakokîya di navbera Ermenîstanê û Adrbêcanê da girtî ye, wekî din wê bêwate be ku her du alî li hev bicivin û vê teqdîra bilind qebûl bikin.

lham Eliyêv, di sirîya xwe da, destnîşan kirîye ku Ermenîstan û Adrbêcan ji sê dehsalan zêdetire ku di nav pevçûyînanda nin û niha hînî jiyana bi aştiyê dibin.

Serokê Adrbêcanê got, “Em hînî jîyana di aştiyê da dibin. Ji dema ku me serxwebûn bi dest xistiye, em di aştiyê da nejîyane”. Ewî tekez kirîye ku ev mînak dikare ji bo welatên din yên di nav şêrda wekî rêberek xizmet bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button