Civîna yekem ya “Konsêya aşîtîyê” wê 19 ê sibatê bê lidarxistin: Axios

Karbidest û dîplomatên amêrîkî elamî Axios ê kirine ku qesira Sipî plan dike ku civîna yekem ya “Konsêya aşîtîyê” 19 ê sibatê li Waþîngtonê li dar bixe.
Civîna yekem wê di asta serokên welatên ku ji hêla rêveberîya Tramp ve ji bo beşdarbûna hevpeymanîyê de hatine vexwendin be. Karbidestê amêrîkî gotîye: “Ev wê civîna yekem ya konsêya aşîtîyê û konferansa berhevkirina pereya ji bo ji nû ve avakirina Gazayê be”,- rayedarê amêrîkî gotîye.
Armanca qesira Sipî ew e ku qonaxa duyemîn ya plana çareserkirina nakokîyan li azayê bicîh bîne.
Lê belê, hin welatan li dijî mîlyarek dolar xercên endametîyê derketine ku Tramp dixwaze ji bo ji nû ve avakirina Gazayê ku ji ber şer wêran bûye bikar bîne. Reuters ê ragîhandîye ku welatên bexşkar dudil in ku heta ku HAMAS ê çekan nede, fonan ji bo bernameya ji nû ve avakirina Gazayê veqetînin.
Heft dîplomatên rojavayî rave kirin ku derengketina fînansmanê ji ber daxwaza hin bexşvanên potênsîyal e ku donorên ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve bên birêvebirin, ne ji hêla “Konsêya aşîtîyê” ya ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî ve hatîye efirandin.
6 ê sibatê, qesira Sipî dest bi têkilîdanîna bi nûnerên rêveberîyên welatên endam yên konsêya aşîtîyê re kirine da ku pirsgirêkên lojîstîkî çareser bike. Axios ê ragîhandîye ku cîhê civînê berê hatîye hilbijartin: înstîtûta aşîtîyê ya USIP e, ku Tramp navê wê kirîye înstîtûta aşîtîyê ya Donald Tramp. Çavkanîyê gotîye: “Heta niha tiştek nehatîye piştrast kirin, lê rêveberî bûyerê plan dike û dest bi destnîşankirina kîjan rêber wê bikaribin beşdar bibin kirîye”.
Forûma aborî ya cîhanî ya li Davosê, zevayê serokê Amêrîkayê, Carêd Kûþnêr, ku bi awayekî çalak beşdarî danûstandinên li ser pêşeroja Gazayê bûye, ragîhandîye ku di hefteyên pêş de li Waþîngtonê çalakîyek wê bê lidarxistin da ku gelek veberhênanên sêktora taybet bên ragîhandin.
Li Davosê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan destûra komeleyê îmze kirîye û bi vî awayî tevlî “Konsêya aşîtîyê” ya ku ji hêla Tramp ve hatîye damezrandin bûye.







