Cêy Dî Vêns li seranserê cîhanê eleqeyeke mezin ya veberhênanê li Ermenîstanê dibîne

Cîgirê serokê Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî Cêy Dî Vêns li seranserê cîhanê eleqeyeke mezin ya veberhênanê li Ermenîstanê dibîne. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Vêns ev yek piştî hevdîtina taybet bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re, bersiva pirsa rojnamevanekî ya li ser projeya TRIPP ê daye.
“Me îro gelek li ser vê yekê axivî ka em çawa dikarin lezê bidin tiştan. Birêz serokwezîr jî bi leztirîn awayî eleqedar e, ji ber ku geşbûna aborî hem ji bo aşîtî û hem jî ji bo pêşketinê baş e. Bê guman, Dewletên Yekbûyî wê roleke avakar û erênî bilîze, lê bi raya min, mesele ne pere ye”.
Gelek eleqe heye, li çaralîyê cîhanê eleqe heye, mirov piştrast in ku ew dikarin bi veberhênana li Ermenîstanê gelek qezenc bikin. Pirsa sereke li vir ev e ku em ê çawa avakirina aşîtîyê bigihînin qonaxa din”.-Vêns gotîye.Vêns destnîşan kirîye ku serokwezîr Nîkol Paşînyan ew kes e ku dikare hevkarîya demdirêj ava bike. “Bê guman, ev yek wê di şevekê de çênebe, lê me ji 8 ê tebaxê vir ve pêşveçûnek mezin bi dest xistîye”,-cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî destnîşan kirîye.







