SerekeSîyasî

Kurdên êzidî gilîyê DAIŞ îyan dikin

Piştî veguhestina bi hezaran çekdarên DAIŞ ê ji Sûryayê ber bi zindanên Îraqê, kurdên êzidî bi hezaran belgeyên tawanan amade kirine û ji bo vekirina dozan seferber bûne.

Rayedarên Herêma Kurdistanê û nûnerên kurdên êzîdî teqez dikin ku di nav van girtîyan de kujerên Şengalê hene û ew wê bi yasaya têrorê hesab ji wan bipirsin.

Alîkarê serokê navenda niştimanî ya hevkariya dadwarî ya navneteweyî ya Îraqê Elî Zîya dîyar kirîye ku di nav wan çekdarên DAIŞ ê yên ku ji Sûryayê birine zindanên Îraqê, tawanbarên komkujîya Şengalê hene.

Berpirsên êzidî destnîşan dikin ku ew wê nehêlin xwîna êzidîyên ku hatine qetilkirin li erdê bimîne û wê heta dawîyê şopînerên dozê bin.

Nûnerên kurdên êzîdî yên li Herêma Kurdistanê dibêjin, ew wê gilîyê wan DAIŞ îyan bikin û bi hezaran belgeyên li dijî wan DAIŞîiyan amade ne.

Birêvebirê kar û barên êzîdîyan yê wezîreta ewqaf û kar û barên olî ya Herêma Kurdistanê Sîûd Misto ji Rûdaw ê re gotîye:”Em agahdar in ku tê gotin beşek ji wan çekdarên ku anîne Îraqê tawanbarên komkujîya êzîdîyan in lê heta îro nasnameya wan nehatîye eşkerekirin”.

Misto her wiha gotîye:”Em wê bi teqezî li dû wan çekdarên DAIŞ ê bin ku bi tawanên li Şengalê û li dijî êzîdîyan tên tohmetbarkirin û em ê gilîyê wan bikin”.

“Dê bi yasaya têrorê bên darizandin”

Birêvebirê kar û barên êzîdîyan yê wezîreta ewqaf û kar û barên olî di berdewamîyê jî de gotîye:

“Li Îraqê em neçar in ku bi yasaya têrorê giliyê çekdarên DAIŞê bikin.

Ev ne cara yekem e û berê jî me li Îraqê li dijî çekdarên DAIŞ ê doz vekirine û ceza li wan hatîye birîn, heta cezayê bidarvekirinê jî li wan hatîye birîn”.

Di çend salên borî de tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo lêpirsîna tawanên DAIŞ ê, wezîreta karên navxwe ya Herêma Kurdistanê û ofîsa rizgarkirina kurdên êzîdî yên revandî ku girêdayî ofîsa serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, bi hezaran belge li dijî tawanên DAIŞ ê kom kirine.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzîdî yên revandî Husên Qaîdî ji Rûdaw ê re gotîye: “Bi hevahengîya me, UNITAD û wezîreta karên navxwe bi hezaran belge kom kirine.

Çi li Îraqê be yan jî li welatekî din be ji bo darizandina çekdarên DAIŞ ê, heger pêwîst bike wê hemû belge bên  raberkirin”.

Elî Zîya ragihandibû ku tê pêşbînîkirin ku hejmara wan çekdarên DAIŞ ê yên ku ji Sûryayê vediguhêzin Îraqê di navbera 7 û 8 hezar kesî de be.

Pêvajoya darizandina DAIŞ îyan dest pê kirîye

Dozgerê Îraqî Elî Zîyar ji medyaya Îraqê re dîyar kiribû ku hin DAIŞ î tevlî komkujîya Şengalê bûne û tohmetên wekî bikaranîna çekên kîmyewî jî li ser wan hene.

Ji 28 ê kanûn paşin ya sala 2026 a pêvajoya lêkolîn û darizandina wan DAIŞ îyên ku ji ber rûdanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûryayê ji bo zindanên Îraqê hatine veguhestin dest pê kirîye.

Li gorî amarên ofîsa rizgarkirina kurdên êzîdî yên revandî di êrîşa çekdarên DAIŞ ê ya li ser Şengalê û derdora wê ya di 3 ê tebaxa sala  2014 a de, 6  417 kurdên êzîdî hatine revandinê û bi hezaran jî hatine komkujkirin û windakirinê.

Li gorî amaran, ji wê hejmarê nêzîkî 3595 kes hatine rizgarkirin.

Ew DAIŞ îyên tên veguhastin berê di zindanên di bin desthilata Hêzên Sûryaya Dêmokratîk (HSD) yên li Reqayê û Hisîçayê û Şedadê bûne.

Piştî rêkeftina HSD û Şamê û bi navbeynkarîya Îraqê û Hevpeymanîya navneteweyî ya li dijî DAIŞ ê  çekdarên DAIŞ ê ji Rojavayê Kurdistanê sewqî Îraqê hatine kirin.        

Zêdetir nîşan bide
Back to top button